Malbata Şenyaşar: Em ê li her derê qêrîna heq bidomînin

  • 11:23 24 Sibat 2022
  • Rojane
RIHA - "Nobeda Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li ber edliyeya Rihayê di roja 353'yan de dewam dike. 
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li ber edliyeya Rihayê di roja 353'yan de dewam dike. Çalakiya nobedê ku dayika Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nikarî tevlî bibe, Ferît Şenyaşar didomîne. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: "Nobeta me ya li pêş Edliyeya Rihayê di roja 353’yemîn de ye. Yekane armanca me ew e ku serweriya hiqûqê pêk bînin û zexta li ser dozgerên ku dibêjin ‘Tiştek ji destê me nayê’ bidin rakirin. Heta edalet were, em ê li her derê qêrîna heq bidomînin."