‘Mêr hêza xwe ji polîtîkayên dewletê yên bêcezahiştinê digirin’

  • 09:07 24 Sibat 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
AMED - Jinan bal kişandin ser zêdebûna tundiya li jinan tê kirin û diyar kirin ku polîtîkayên desthîlatdariyê yên zayendperest û bêcezahiştinê, kuştina jinan gihandine asta qirkirinê.
 
Tundiya li jinan tê kirin her diçe xwe bi şêwazak cuda dide nîşandan. Kuştina jinan gihiştiye asteka qirkirinê. Her wiha bi polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê dide kujeran û rê li ber kuştina jinan vedikin. Têkîldarî mijarê jinan diyar kirin ku li hemberê tundiya li jinan tê kirin divê jin hêza xwe bi yek kin û têkoşînê bidin.
 
Endama Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Ayhan Akgul, daxuyand ku di nava 6 salên dawîn de 2 hezar û 850 jin hatine kuştin û ji wan jinan gelekên wan ji hêla ferdên malbata xwe ve hatine kuştin. Ayhan, wiha axivî: “Her wiha hejmarên ku ji çapemeniyê re nehatin weşandin û daneyên wan bi awayekî fermî nehatine bidestxistin jî hene. Yek ji sedemên herî mezin ên vê yekê polîtîkayên zayend parêz ên AKP -MHP'ê ne û newekheviyê dixin navbera jin û mêr. Krîzeke ku bi van pirsgirêkan re kûr dibe heye. Bi van pirsgirêkan re êdî mêr hewil dide ku hebûna xwe bi kuştina jinê berdewam bike. Ji ber ku polîtîkayên heyî bingeha xwe ji bêedaletî û bêhiqûqiyê digirin.”
 
'Mêr hêza xwe ji polîtîkayên dewlet digirin'
 
Ayhanê, anî ziman ku desthîlatdar li hemberê jinê alavên polîtîkayên şer ên taybet jî her diçe zêdetir dikin û bi wî awayî hewil didin hemû deskeftiyên jinina tune bikin. Ayhanê di berdewamiya axaftin xwe de wiha got: “ Desthîlatdar di qadên ku dixwazin xwe li ser piyan bihêlin ji hebûna jinan aciz in û naxwaze jin li qadan cih bigirin. Serdest li hemberî pêkanîna polîtîkayên xwe jinê astengî û tirsek mezin dibînin. Ji ber ku jin jiyanek wekhev û yekitiya civakê diparêzin. Lewra biqasî ku ji destê wan tê dixwazin jinê ji hemû qadên civakê dûr bixin. Lê belê jin ji polîtikayên li dijî xwe haydar e. Jin hem bi êrîşek li dijî nasnameya xwe hem jî li dijî hebûna xwe re rûbirû ye. Li gori vê jî her çiqas êrîşên li dijî jinê zêdetir din jin jî ewqas jî têkoşîna xwe mezintir dikin.”
 
‘Em bi rêxisntibûyîna xwe dikarin bi ser bikevin’
 
Ayhan, bilêv kir ku têkoşîna jinê ya li hemberî van hemû êrîşan dewam dike û wiha pêde çû: “ Li pişt vê têkoşînê pêvajoyeke dîrokî heye. Lê belê dema em li îro dinêrin, jin ne wekî kes, bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî xwe ji nû de diafrîne. Em jin bi vê rêxistinbûyînê re em dikarin têkoşînê bidomînin û bi destketiyên têkoşînê yên di vê pêvajoya rêxistinbûyînê de civakê bi pêş ve bibin. Êdî jin li her derê ne û rengên xwe li her qadê nîşan didin. Em dibêjin em jin in û li her derê ne. Em bi xwe xwedî li destkeftiyên xwe dertên . Em dikarin destkeftiyên xwe bi vî rengî biparêzin û jiyana xwe bidomînin.”
 
‘Êdî dem dema azadiya jinê ye’
 
Ayhan di dawiya axaftina xwe de bal kişand  ser 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dizanin ku destketiyên dîrokî yên wekî 8 'ê Adarê çawa derketin holê. 8 'ê Adarê rojeke ji rêzê nîne. Divê ne tenê ku îro em  qadan dagirin an jî ne têkoşînek e ku piştî çalakî bi dawî bibin dawî lê bê anîn. Bi mezinkirina têkoşîna me ya jinê re her sal  ji 8 'ê Adarê heta 8'ê Adarê em li qadan e û em ê her tim hebin. Di 8'ê Adara sala 2022 'an de jî em ê bibêjin  dem dema azadiya jinê ye.”
 
‘Jin bi kedxwariyek mezin re rûbirû tên’
 
Guneş Alaç jî diyar kir ku tundî ne tenê bi awayekî fîzîkî li jinê tê kirin. Gelek cûreyên tundiyê hene ku jin li hemberê van hemû cûreyên tundiyê têkoşînê didin. Guneş, wiha berdewam kir: “Gava em lê dinêrin li gel tundiya fîzîkî jin bi kedxwariyek mezin re jî rûbirû tên. Bêtehamûlliya desthîlatdariya serdest a mêr a li dijî jinê, dibe sedem ku jin zêdetir tên kuştin û tundî li wan tê kirin. Jin êdî ji pêşeroja xwe bi fikar in. Bêguman qeyrana aboriyê ku xwe li seranserê Tirkiyê nîşan dide herî zêde jî li ser jinê bandora neyînî dike. Ji ber ku hem xizaniya jinê zêdetir dibe hem jî ji aliyê mêr û dewletê tundî lê tê kirin.”
 
‘Yekitiya jinê divê’
 
Guneş, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tundî li her qadê heye. Ji bo pêşîlêgirtina tundiyê û qetîlkirina jinan divê jin bibin yek.  Jin ji hevdû hêz û cesarete digirin. Edî jin tiştên ku li wna tên ferzkirin qebûl naki. Jin li pey mafê xwe ne û ji bo bidestxistina mafên xwe têdikoşin. Jin êdî piştgiriyê didin hev û êdî dizanin çi dixwazin.”