Jinên Amedê: Gotinên siyasetmedaran kesan teşwîqî nîjadperestiyê dike

  • 09:03 24 Sibat 2022
  • Rojane
Medya Uren-Derya Ren
 
AMED - Têkildarî êrişa nîjadperest a ku li dijî xwendevanên kurd ên li Zanîngeha Akdenîzê dixwînin hatiye kirin me mîkrofona xwe dirêjî jinên Amedê kir. Jinên Amedê êriş şermezar kirin û gotin: "Êrişên nîjadperest û faşîzma tê kirin nexweşî ye û ev rewş dilê me diêşîne. Gotinên siyasetmendaran kesan teşwîqî nîjadperestiyê dike."
 
Li Kampusa Zanîngeha Akdenîzê komeke nîjadperest (30 kes) êriş bir ser 3 xwendekarên kurd ên bi navê  Botan Artûç, Feyzî Akan û Hatîce Tong û wan bi giranî birîndar kiribûn. Têkildarî êrişa nîjadperest a li dijî xwedevanên kurd pêk hatiye jinên Amedê nirxandin kirin. 
 
Jinên Amedê pirsên me wiha bersivandin;
 
Nebahat Artekin: "Em bi aramî nikarin zarokên xwe mirovên xwe bişînin dibistanê. Dilê me bi kul e. Çima kesên tundî kirine negirtine. Ma ew jî ne mirov in."
 
Yildiz Turk: "Ne mafdar in çima li ciwanan dixin. Ger ev êriş jî hebin em zarokên xwe naşînin. Pêwîst e nîjadperestiyê nekin, neheqiyê nekin û divê pê li rûmetê nekin. Dibêjin em xwişk û bira ne, ma xwişk û biratî wisa ye? Yên ne baş bin em bi wan re ne xwişk û ne bira ne."
 
Nihal Yaşar: "Em nîjadperestiya hatiye kirin qebûl nakin. Pêwîst e di serî de em hişyar bibin û vê yekê ji zarok û derdora xwe re bêjin. Divê em wan jî hişyar bikin. Bi vî rengî jî pêwîst e em ji nîjadperestiyê re bêjin êdî bes e."
 
Rojda  Tuna: "Tiştekî ku me diêşîne ye. Rewşeke xeternak û xerab e. Hewil didin ku kurdan tune bikin. Gelek bûyerên weke vê yên ku li ser medyaya dîjîtal nayên xuyakirin jî hene. " Li ser pirsa me ya kurd û tirk xwişk û bira ne re Rojda got ev hevok di gotinê de dimîne û mixabin di pratîkê de tiştek tune ye.
 
Ayten Sir: "Ev êrişeke nîjadperest e ku li bajarên tirkiyeyê li dijî kurdan her tim êrişên nîjadperest hebûne. Lê divê em kurd bibin yek û xwedî li zarokên xwe derbikevin. Hemû siyaseta xwe li ser me didin meşandin. Ev siyaset jî dijminatiya kurdan e û kurdan dikin hedef. Ji ber ku ew kesên êrişkar alîgirên wan in ji ber wê yekê jî wan negirtine. Bi tu awayî ceza nadin wan."
 
Kubra Mîntaş: "Jixwe em di nava dewleteke kirêt de dijîn. Ev bûyerên bi vî rengî jî êdî mixabin asayî tên. Weke xwedevanekê pirsgirêkên ez dijîm gelek in a herî hêsan di bêrîka min de quruşek tune ye. Bi tu awayî gotina 'Kurd, tirk xwişk û bira ne' em qebûl nakin. Ger ev gotin rast ba wê şert û mercên jiyana me jî wek hev ban. Em ji vir diçin bajarên tirkiyeyê, bi awayekî cuda nêzî me dibin. Em kurd  û tirk ne wek hev in. Ez her tim li gel wan xwendevanan, li gel kurda me û li gel bindesta me."
 
Melîsa: "Bi faşîzma xwe re serbilind in û ev jî nêzîkatiyek beredayî ye. Ne di ferqê de ne ku faşîzim nexweşiyek e. Dilê min bi wan dişewite. Gotinên kesên li ser dewletê jî bandorê li van kiryaran û kesan dikin û teşwîq dikin. Ez 6 salî bûm min van xeberên bi vî rengî dibihîst û heta niha jî ev rewş berdewam dike. Li Tirkiyeyê tiştekî ku nayê guhertine. Kesên ku êriş jî kirine bê guman nayên girtin. Li dijî girtinê wê wan bi xelat bikin."