Îstixbarata Îranê gef li dayika Zeynep Celaliyan xwar

  • 15:42 23 Sibat 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika Zeynep Celaliyan, Gozel Hacizade ji ber ku ji keça xwe ya ev 15 sal in girtiye agahî nedigirt çend roj berê vîdeoyek parve kir. Îstixbarata Îranê jî ji ber vê yekê gef li dayika  Gozel Hacizade xwar.
 
Rejîma Îranê zextên xwe yê li ser kurdê di girtîgeha de ne her ku diçe zêde dike. Dayika Zeynep Celaliyan, Gozel Hacizade diyar kiribû ku keça wê Zeynep ji Girtîgeha Evînê sirguî ya Yezdê hatiye kirin. 
 
Gozelê diyar kir ku nayê hiştin kes Zeynepê bibîne û got keça min bi koronayê ketibû û me êdî xeber jê negirt. 
 
Li gor nûçeya rapora rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê Gozela 70 salî ya li bajarê Makoyê dijî di 21'ê Sibata 2022'yan de ji aliyê îstixbarata Îranê ve ji malê hatiye girtin û gef lê hatiye xwarin. Li gor raporê îstixbaratê diyar kiriye ku divê Gozelê vê mijarê li ser medyaya dîjîtal ranegihîne û haya çapemeniyê jê tune be.