Polîsan mudaxaleyî malbata Gulistan Doku kirin
- 15:16 23 Sibat 2022
- Rojane
ENQERE - Polîsan mudaxaleyî malbata Gulistan Doku ya li ber Wezareta Dadê rûniştin, kirin û ew li wesayita binçavkirinê siwar kirin.
Dayika Gulistan Doku ya ku di 5'ê Çileya 2020'î de li Dêrsimê hat windakirin, Bedriye Doku û bavê Gulistanê Halit Doku her wiha xwişka wê Aygul Doku ji Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê kiribû. Bekir Bozdag ê ku nû tayînî Wezareta Dadê bû bi hinceta "ne musaît e" daxwaza randewiyê red kir. Polîsan li ber Wezareta Dadê mudaxaleyî malbatê kirin.
Dayik, bav û xwişka Gulistanê bi mudaxaleya polîsan li wesayeta binçavkirinê hatin siwarkirin. Nehat hînbûn ka malbat bi ku ve birine.