Nobeda Edaletê di roja 100'î de li ber deriyê ATK'ê pêk hat

  • 14:48 23 Sibat 2022
  • Rojane
 
AMED - Malbatên girtiyên nexweş û înfaza wan hatine şewitandin nobeda xwe ya edaletê di roja 100'î de li ber deriyê ATK 'ê dan berdewamkirin.
 
Nobeda Edaletê ya Amedê ku ji aliyê xizmên girtiyan hatibû destpêkirin di roja xwe ya 100'î de berdewam dike. Malbatên girtiyan li ber deriyê Komeleya Tibî ya Edlî (ATK)  kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Cezaxwariyan a Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya Malbatên li Dergûşa Mezopotamyayê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) û Partiya Demokratîk a Gelan beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan destûra sazî û partiyê nedan ku beşdarî daxuyaniyê bibin.
 
‘Bila girtiyên nexweş demlidest werin berdan’
 
Reşahat Ada di serî de axivî û got: “Bila daxwaza me ya berdana girtiyan pêk were. Em naxwazin cenazeyên zarokên xwe bigirin. Bila tundiyê li ser me nedin meşandin. Ev kiryar îşkence ne. Em ji bo edalet û dadê li vir in.” Nazîme Bultan jî diyar kir ku Tirkiye qanûnên xwe jî pêk nîne û wiha got: “Heya ez heme ez ê li pey edaletê bim. Ev daxwaz û pêwîstiya me hemûyan e. Mixabin ji ber tunebûna vê peyvê em îro di lêgerînê de ne. Em ji bo daxuyaniyê hatin vir lê belê derdora bi sedan polîsan û maşîneyên zirxî dorpêç kirine. Partî û saziyên xwestin ji bo piştgiriyê beşdarî daxuyaniyê bibin jî hatin astengkirin. Ji van nêzîkatiyên wan jî armanc û rêbazên wan eşkere ne. Em bêedaletî û astengiya li hemberî xwe jî şermezar dikin.”
 
Malbatên girtiyan di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan kirin ku ew ê sibehê di heman demjimêrê de li ber deriyê dadgeha Amedê kom bibin û nobeda xwe ya edaletê bidin dewamkirin.
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Heq, hiqûq, Edalet”  bi dawî bû.