'Nobeda Edaletê' ya li Îzmîrê di roja 9'an de berdewam e

  • 14:13 23 Sibat 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Ji xizma girtiyan Hanîfe Gumuş di Nobeda Edaletê de axivî. Hanîfe diyar kir ku heta girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan dê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bi daxwaza ku girtî bên berdan li Baroya Îzmîrê dest bi "Nobeda Edaletê" kiribûn. Nobed di roja 9'an de berdewam dike. Di çalakiya nobedê de dayika Mehmet Nezîr Gumuş ê di Girtîgeha Bandirma ya Balikesîrê de Hanîfe Gumuş, axivî.Hanîfe diyar kir ku dewlet çalakiya wan ji nedîtîve tê û ew ê bêhtir dengê xwe bilind bikin. 
  
'Em nikarin pişta xwe bidin Gelê Kurd û zarokên xwe'
 
Hanîfe anî ziman ku dewlet li hemberî daxwazên wan wekî kor û kerr e û got, "Îro jî em ji bo zarkên xwe serokê xwe û ji bo gelê xwe li vir in. Em ji bo hemû kesên di girtîgehê de azadiyê dixwazin. Bila di serî de Aysel Tugluk hemû girtiyan berdin. Em nikarin pişta xwe bidin doza xwe, serokê xwe, gelê xwe û zarokên xwe. Em Dayikên Aştiyê ne û em aştiyê dixwazin. Em naxwazin ku tu kes bimire."