Meclîsa Jinê ya HDP'ê vîdeoya 8'ê Adarê weşand

  • 10:54 23 Sibat 2022
  • Rojane
ENQERE - Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê vîdeoya 8'ê Adarê weşand.
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê vîdeoya 10 deqeyan didome û di nav de Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan û Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî tê de ne, weşand. 
 
Di vîdeoya ku Meclîsa Jinê ya HDP'ê li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal parve kiribû de jinên bi cilên xwe yên gelêrî govend digerandin cih digirin. Her wiha di vîdeoyê de dirûşma "Em ê bi hev re biguherin. Niha dem dema jinê ye!" bal kişand. 
 
Di parvekirina hat kirin de wiha hat gotin:"Wexta em diçin 8'ê Adarê em dibêjin em ê bi hev re biguherin. Niha dem dema jinê ye! Li dijî kesên dixwazin jiyana me têxin binê zextê em bi hev re govendê digerînin, em ê bi têkoşîna xwe guhertinê çêbikin. Em ê bi hev re biguherînin, dem dema jinê ye!"