'Em ê li dijî qirkirinê bi rêxistinbûyînek xurt derkevin pêşberî gel'

  • 09:05 23 Sibat 2022
  • Rojane
Medya Uren 
 
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz têkildarî kongreya asayî ya 6'emîn a DBP'ê wiha got:"Li dijî qirkirina siyaseta kurd û li dijî hemû cure nîjadperestiyên Tirkiyeyê yên li dijî kurdan tên meşandin em ê bi rêxistinbûyînek mezin derkevin pêşberî wan. Em ê bi rêxistina xwe tecrîdê, faşîzmê hilweşînin."
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşma "Bi Civaka Rêxistinkirî, Ber Bi Jiyana Azad ve" 6'emîn Kongreya xwe ya asayî di 27'ê Sibatê de li Enqereyê li dar dixe. Hevseroka DBP'ê ya giştî parlamenter Salîha Aydenîz têkildarî xebatên kongreyê û armanca kongreyê bi ajansa me re axivî.
 
'Me tora xwe mezintir kir'
 
Salîhayê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xebatên DBP'ê yên dema berê û wiha got: "Tê zanîn ji salên 2015'an şûnde êrişên li dijî partiyên siyasî yên kurdan, sazî û dezgehên ji bo ziman û çanda kurdî xizmetê dikin her wiha weke wê li ser pêkhateyan her ku çû êriş zêdetir bûn. Ji ber şert û mercên siyasî û rewşa welat di wê demê de biryar hate girtin ku DBP li 4 bajaran xwe rêxistin bike. Bi qasî 4 salan jî li ser van bajaran rêxistin hate meşandin. Di kongreya asayî ya 5'emîn ku di sala 2019'an de hate lidarxistin de jî me biryar girt ku em rêxistinbûyîna xwe berfireh bikin. Me li her deverê herêma Kurdistanê xebatên xwe dan destpêkirin. Di wê çarçoveyê de jî li gund, navçe, bajar û li hemû taxan me xwe gihand welatiyan. Di eslê xwe de jî armanca me ew bû ku li dijî ewqas êriş û polîtîkayên dijminatiyê em tora xwe ya civakî mezin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin bû. Ango bi vê yekê re jî ji gel qutbûn pêk nehat. Me hevrebûyîna xwe jî bi wê wesîleyê da berdewamkirin."
 
'Em ê li dijî qirkirinê bi rêxistinbûyînek xurt derkevin pêşberî gel'
 
Salîhayê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ew di xebatên xwe yên berfirehkirina rêxistinbûyînê de ketin ferqê ku pêwîstiya gel jî bi vê yekê hebû. Salîhayê wiha destnîşan kir: "Ev jî dide nîşankirin ku her çiqas êriş, gef, darizandin û operesyon pêk werin, çiqas polîtîkayên tecrîd, qeyûm, polîtîkayên şer werin meşandin û her çiqasî êrişên qirkirina siyasî, gelê kurd û jina kurd pêk werin, li dijî vê yekê têkoşîn û berxwedanek bêhempa tê dayîn. Ango li dijî vê yekê gel xwedî li partiyê derdikevin. Ji bo em bibin bersiv jî pêwîstiya me bi rêxistinbûyînê heye. Me ji ber vê jî kongreya 6'emîn xiste rojeva xwe. Em bi vê hêz û baweriyê jî kongreya xwe li dar bixin. Li pey kongreyê em ê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi Kurdistaniyan re rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin. Em ê li dijî qirkirinê bi rêxistinbûyînek xurt derkevin pêşberî gel."
 
'Em ê xwe bigihînin herkesî'
 
Salîhayê têkildarî xebatên ku wê di demê bê de werin meşandin de jî ev gotin kir: "Sîstema dagirker a ku dixwaze faşîzma xwe bigihîne lûtkeyê gavên xwe bi qirkirina kurdan re diavêje. Jixwe komara Tirkiyeyê jî li ser bingeha yek destî û nîjadperestiyê xwe ava dike. Di vê sedsalê de jî li ser heman fikrî ziman û çanda bi milyonan kurdan tune dihesibîne. Êrişên dewleta tirk ên ku di 7 salên dawî de li ser vê bingehê tên kirin ne tenê gelê kurd, gelên Tirkiyeyê jî dixe bin zilm û zordestiya xwe. Ji ber vê sedemê divê em yekîtî û rêxistina xwe bi lez xurt bikin. Em jî di vê oxirê de weke Partiya  Herêmên Demokratîk gava xwe ya yekemîn bi konreya 6'emîn re diavêjin. Her wiha ji bo avakirina pergala demokratîk, ekolojik û parastina azadiya jinê jî pêwîstiya me bi rêxistinbûyîn, civakîbûyîn û yekitiya kurdan heye. Ji bo gihiştina armanca xwe ya azadiyê em ê sîstema xwe ya perwerdeyê ji bo rêvebirên partiyê û hemû gel bidin berdewamkirin û berfirehtir bidin meşandin. Em li kolanan, gundan û her deverê vê xebata xwe pêk bînin. Her wiha ne tenê di gotin û perwerdeyê de, em ê teoriya xwe di pratîkê de jî nîşan bidin. Bê guman yekemîn kiryara me jî wê yekitî û cîgiriya hevpar be."
 
'Em ê bi hêztir vegerin qadan'
 
Salihayê wiha bi dawî kir:"Tê zanîn Tirkiye di nava qeyranên mezin de maye. Sedema wan jî şerên polîtîkayên taybet û tecrîda tê meşandin e. Tecrîda ku di kesayeta Birêz Abdullah Ocalan de li ser hemû gelê kurd û gelan tê meşandin bê navber berdewam dike. Em bi îqtidarek ku xwedîyê vê nêzîkatiyê re rû bi rû mane. Pêwîst e ku ev îqtidar were hilweşandin. Çiqasî têkoşîn û yekitî pêk were wê hilweşandina îqtidarê û şikandina tecrîdê jî hêsantir bibe. Em ê bi vê hêviyê bi hest û hewildanên mezintir xebatên xwe careke din bidin destpêkirin. Em ê bi hazirtî û hêzek mezintir re li qadan bin. Bê guman jî wê encamên vê jî baş bin. Şansek me ya din tune ye."