ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2022'YAN

  • 09:00 23 Sibat 2022
  • Rojev
*Hêviya min ew e ku ji bo em karên bi rûmet û mezin bikin hevgirtin û dilsoziya me derkeve pêş. Ev gelekî girîng e. Ev bi taybet ji bo zarokên me kurdan û perwerdeya bi zimanê dayikê girîng e. Zarokên me paşerojên me ne, îro em hişyar nebin, sibehê wê pir dereng be.
JI PÊNÛSA JINAN
 
* Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît, êrîşên li ser jinan û mirina bi guman a jinan nirxand û got: "Polîtîkayên bêceza hiştinê rê li ber kuştîn û şîdeta li hemberî jinê vedike. Li dijî vê divê jin li hemberî polîtîkayên AKP'ê serî rakin. Her wiha em jin dê bi hev re pergala mêr hilweşînin." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz têkildarî kongreya asayî ya 6'emîn a DBP'ê wiha got:"Li dijî qirkirina siyaseta kurd û li dijî hemû cure nîjadperestiyên Tirkiyeyê yên li dijî kurdan tên meşandin em ê bi rêxistinbûyînek mezin derkevin pêşberî wan. Em ê bi rêxistina xwe tecrîdê, faşîzmê hilweşînin."BI DÎMEN 
 
*Parêzer Funda Ekîn polîtîka bêcezahiştinê ya di dozên kuştina jinan de tê bikaranîn nirxand û got sûcên li dijî jinan newekheviya zayendî jî dihewîne û divê di kategoriyek cuda de bê destgirtin. DÎMEN HEYE
 
*Esnaf û welatiyên Kadikoyê diyar kirin ku ji ber zema tê kirin, nikarin debara xwe bikin û got: “Em kevir bipijirînin.” Guner Borazan wiha bertek nîşan da: “Em di ber marketan re derbas dibin ditirsin bikevin hundir. Êdî ne bi kîloyan em 250 gram digirin. Ez nikarim ji neviya xwe re çîkolata, pêlîstokekê bigirim.” BI DÎMEN 
 
*Di Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê de parêzer Ebru Tîmtîk ku jiyana xwe ji destdabû hat bibîranîn. Der barê sê parêzeran de ku bi hinceta Ebru Tîmtîk bibîr anîne lêpirsîn hat vekirin. Yek ji van kesên ku lêpirsîn derbarê wê de hat vekirin jî Seher Erîş bû. Seherê der barê mijarê de wiha got: “Çawa di pêvajoya darizandina Ebruyê de siyasî nêz bûn, niha jî dixazin têkoşîna edeletê ya Ebruyê bidin jibîrkirin.” DÎMEN HEYE