Pêkhateyên Jin bi Hev re bi Hêz in serdana 'Nobeda Edaletê' kirin

  • 15:21 22 Sibat 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Pêkhateyên Jin bi Hev re bi Hêz in di roja 8'emîn a "Nobeda Edaletê"  de çûn serdana çalakgeran û gotin ku piştgirêyê didin çalakiyê. 
 
Ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, malbatên girtiyan li Baroya Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 8’emîn de berdewam kir. Îro jî pêkhateyên Jin Bi Hev re Bihêz in a Îzmîrê çûn serdana malbatan. Di çalakiyê de malbata dowîzên “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye” rakirin. 
 
Li ser navê Jin Bi Hev re Bihêz in a Îzmîrê Mehtap Alîşan axivî û xwest ku di serî de Aysel Tugluk, hemû girtî bên berdan. Mehtabê, destnîşan kir ku hewceye kesên li derve bibin dengê girtiyan û wiha domand: “Têkoşîna we, têkoşîna me ye. Em bi we re ne. Heta ku hemû girtiyên nexweş bên berdan, em ê li kêleka we têbikoşin.” 
 
'Zarokên me ji ber nasnameya xwe tên cezakirin”
 
Piştre jî li ser navê malbatan Hanim Sever axivî û spasiya mêvanan kir. Hanimê ji ewil bal kişand ser girîngiya Nobeta Edaletê û got ku ji bo zarokên xwe li dijî bêedaletiyê têdikoşin û wiha pê de çû: “Heta ku zarokên me bên berdan, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Zarokên me kurd in û ji ber ku xwedî li nasnameya xwe derdikevin tên cezakirin. Her ku em daxwaza aştiyê dikin, ew jî tecrîd û zextên xwe zêdetir dikin. Weke dayikan, em zarokên xwe bi tenê nahêlin. Heta ku dawiyek li zilma ser girtiyan tê, em ê li qadan bin. Heta zarokên me azad nebin, em nikarin azad bibin. Lewma jî em azadiya zarokên xwe dixwazin.” 
 
'Bila girtî serbest bên berdan'
 
Dayika Bayram Kaymaz ê li Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa F ya Tekîrdagê dimîne Medîne Kaymaz jî anî ziman ku lawê wê demakê li Girtîgeha Îmraliyê hatiye  girtin û dema ku çûye serdana Abdullah Ocalan jî destûr nehatiye dayîn ku hevdîtin bê kirin. Medîne daxwaz kir ku tundiya li girtîgehan bi dawî bibe û girtî serbest bên berdan.