Dayika Gulistan Doku bi Pervin Buldan re hevdîtin kir

  • 12:31 22 Sibat 2022
  • Rojane
ENQERE- Malbata Gulistan Doku bi Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan re hevdîtin kir. 
 
Malbata Gulistan Doku ya xwendekara Zanîngeha Munzurê ya ku ji 5'ê Çileyê 2020'î ve ye winda ye di çarçoveya "Nobeda Edaletê" de çû Enqereyê û temasên wan didomin. Malbata Gulistanê xwestibûn li ber meclîsê daxuyaniyê bidin lê belê ev yek ji aliyê polîsan ve hatibû astengkirin. Dayika Gulistanê Bedriye, bavê wê Halit, xwişka wê Aygul Doku çûn serdana koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û bi Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan re hevdîtin kirin. Serokwekîlên Koma HDP'ê Saruhan Oluç û Meral Daniş Beştaş jî beşdarî hevdîtinê bûn. 
 
Bedriye Doku bi kurdî axivî û got:"Saniye bi saniye Gulistana min kuştin. Mirina ciwanan giran e. Çi hat serê me."
 
Aygul Doku ya li ser navê malbatê bi dosyaya destên xwe hat daxwazên xwe yên edaletê anî ziman. Di hevdîtina ji çapemeniyê re girtî pêk hat Pervin Buldan da zanîn ew li gel têkoşîna edaletê ya malbatê ne. 
 
Dê malbatê piştî civîna koma HDP'ê beşdarî civîna koma CHP'ê bibe.