ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2022'YAN

  • 09:00 22 Sibat 2022
  • Rojev
* Girtiyê nexweş Nûrettîn Başaran ku ji sedî 78 astengdar e û li gel rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" heye ji nayê berdan. Hevjîna wî Kaniya Başaran got: "Gelo girtî di bin zilmê de dê çawa bên tedawî kirin? Ji girtiyên nexweş çi dixwazin. Ger tiştek bi wan bê berpirs hikûmet bi xwe ye. Em daxwaza berdana girtiyên nexweş dikin." BI DÎMEN 
 
*Sekretera Şaxa Hejmar 2 a Amedê ya DÎSK’ê Hanîfe Kardaş diyar kir ku desthilatdarî ji krîz û xizaniyê berpirse û li şûna ji şer re butçeyê veqetîne, bila alîkariya gel bike, pirsgirêkan çareser bike. BI DÎMEN
 
*Parêzer Yelda Koçak da zanîn ku bûyerên zarokên di bin panzêran de dimînin wek ketina jinan a şaneşînan ne tesaduf in û di mirinên bi guman de nêzîkatiya gumanbara a desthilatdariyê dibe hinceta betalkirina lêpirsînan. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka GOÇÎZ-DER Kamîle Kandal balkişand ser êrîş û hedefgirtina penaberan û diyar kir ku ger pêngav bê avêtin wê çareserî pêk bê an jî dewlet wê nokteya ewlehiyê, aliyê aboriyê bike hincet. BI DÎMEN 
 
*Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Hawirdorê ya Munzurê Hatun Esen da zanîn ku bi projeyên dixwazin li ser geliyê Mûnzûrê ava bikin, xwezayê qetil dikin û diyar kirin ku li şûna xwezayê biparêzin qanûnên ku xwezayê qetil dikin derdixin. BI DÎMEN
 
*Kevneşopiya rojnamegeriya kurdî ligel hemû zext û êrîşan xwe gihand roja îro. Rojnamegerên jin destnîşan kirin ku rojnamegeriya kurdî li hemberî êrîşan serî netewand û ji bo rojnameyê xwedî derketinek giştî pêk hat. BI DÎMEN