Li Wanê banga xwedî li derketina ziman hat kirin

  • 17:07 21 Sibat 2022
  • Rojane
 
WAN - Li Wanê bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek hat dayîn û banga xwedî li derketina ziman hat kirin. 
 
Bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, bi pêşengiya Egîtîm Sen'ê li Wanê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyaniyê li ber AVM'ê ya bajêr pêk hat û pankarta “Her netew bi zimanê xwe heye ziman hebûne” hat vekirin. Di daxuyaniyê de dirûşmên wekî “Be ziman jiyan nabe” û “Zimane me rûmete me ye” hat berzkirin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Wanê, rêveber û endamên HDP'ê yên navçe û navendê, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajêr û navçeyan, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a STAR, EMEP, PÎA, OHD û gelek saziyên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de li ser girîngiya ziman hat rawestandin û banga xwedî li derketina zimanê kurdî hat kirin. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku divê astengiyên li hemberî perwerdeya bi zimanê kurdî ji holê be rakirin. 
 
Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.