HDK li Îzmîrê çû serdana 'Nobeda Edaletê'

  • 17:04 21 Sibat 2022
  • Rojane
 
ÎZMRÎ  - Fehîme Poyraz a ku di roja 7'emîn a "Nobeda Edaletê" çû serdanê, diyar kir ku înfaza lawê yê Suleyman Poyraz hatiye şewitandin û got ku ew ji bo hemû girtiyan edaletê dixwaze.
 
"Nobeda Edaletê" ya ku li Ber Baroya Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye destpêkirin di roja 7'emîn de berdewam dike. Îro Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Îzmîrê serdana çalakvanan kir û dayika Denîz Poyraz ya ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê Hat qetilkirin jî çû serdana çalakvanan. 
 
'Girtiyên li Girtîgeha Bandirmayê ku bi koronayê ne derman nakin'
 
Yek ji çalkagerên nobedê Hanfe Gumuş diyar kir ku lawê wê yê li Girtîgeha Bandirmayê diyar kiriye ku qawîşa wan hemû bi koronayê ketine. Hanîfe anî ziman ku lawê wê aniye ziman ku girtye bi hinceta karantînayê kirine hucreya yek kesî û yekî kal jî lênêrtina wî nayê kirin. Henîfe wiha berdewam kir, "Doktor bi tu kesî eleqedar nabe. Bi taybetî jî rewşa girtiyê kal giran e."
 
Înfaza birayê Denîz Poyraz hat şewitandin
 
Fehîme Poyraz jî diyar kir ku înfaza lawê wê Suleyman Poyraz hatiye şewitandin û got ku bila înfaza gitiyan neyê şewitandin û hemû girtî bên berdan. Fehîme wiha dirêjî da axaftina xwe, "Em dixwazin ku Aysel Tugluk û girtiyên din hemû bên berdan. Bila girtiyên nexweş bidin dayikên wan ji ber ku li wê nayên dermankirin." 
 
'Bila girtiyên nexweş bên berdan' 
 
Fehîme Poyraz, bal kişand ser rewşa kurê xwe yê girtî û got: "Înfaza kurê min hatiye betalkirin. Em daxwaz dikin ku ev pêkutî bên bidawîkirin. Di serî de Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş bên berdan. Bila zarokan bidin dayikên wan, dayik dê zarokên xwe binêrin. Niha girtî ne tên tedawîkirin û ne jî tên berdan." 
 
'Bila tecrîd bê bidawîkirin'
 
Hanim Sever jî di çalakiyê de banga bi dawî kirina tecrîdê kir û wiha axivî: "Ji bo zarokên me çi hewce be em ê bikin. Em ji li dervê di nav zilm û zordariyê de nin. Nahelin kurd li malên xwe bi rihetî rûnen. Êdî bes e! Çend sal in li Îmraliyê deng nîne. Em dixwazin tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Em ji bo tecrîda li hemberî hemû girtîgehan bê bidawîkirin di nav çalakiyan de nin.
 
'Li Tirkiyeyê Edalet nîne'
 
Ji Dayikên Aştiyê Medîne Kaymaz, da zanîn ku li Tirkiyeyê bi tu awayî edalet nîne û wiha bi lêv kir: "Li vir dema ku em bêjin em kurd in, ev tişt dibe hinceta sûc. Niha parlamenter û hevşaredarên me girtî ne. Gelo dewlet ew e. Li hemberi diz û kujeran bêdeng in, lê kesên ku fikr û ramanê xwe tînin ziman jî tên girtin. Her wiha em kurd in û em bi kurdî diaxifin. Doza serokê me û zarokên me jî ew e. Em ê doza wan bidomînin. Li hemberî zilmê em ê li ber xwe bidin. Em ê daxwaza xwe ya aştiyê her tim binîn ziman."