'Azadiya girtiyên dê bibe azadiya zimanê me'

  • 15:55 21 Sibat 2022
  • Rojane
 
 
AMED - Xizmên girtiyan ên di "Nobeda Edaletê" de 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê bi bîr xistin û gotin, "Em dizanin ku wê azadiya girtiyan bibe azadiya zimanê me." 
 
Ji bo azadiya girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin,  "Nobeda Edaletê" ya ku ji laiyê xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin di roja 98'an de berdewam dike.  Çalakiya îro ya malbatan ji aliyê xizmên girtiyan Reşahat Ada, Încî Guler, Herdem Mervanî, Hazal Yilidirim, Nazîme Boltan û Nura Abay ve hat lidarxistin. 
 
'Em ji girtiyan re azadiyê dixwazin'
 
Dayika Ciwan Boltan ê ku nexweşê giran e Nazîme Boltan, diyar kir ku heta daxwazên wan bên bicihanîn ew ê çalakiya xwe bidomînin û got, "Ji ber ku em kurd in van pêkanînan li hemberî me pêk tînin .Çima girtiyan serbest bernadin. Em çûn enqerê û me serdana gelek saziyan kir. Bi hezaran girtiyên nexweş hene û rewşa gelekan ji wan giran e. Em ji bo zarokên xwe edaletê dixwazin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin .Êdî bes e bila zarokên me serbest berdin, em dikarin wan derman bikin. Tenê daxwaza me azadiya zarokên me ye."
 
'Bi hezaran kesên têkoşîna ziman didin girtî ne'
 
Herdem Mervanî bi bîr xist ku îro Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye û got, " Bi hezaran kesên ku têkoşîna ziman didin digirtîgehê de ne. Em jî di vê roja bi wate de dixwazin ku bahsa wan bikin û wan bi bîr bixin .Em dizanin ku azadiya girtiyan azadiya zimanê me ye."