'Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê'
- 15:48 21 Sibat 2022
- Rojane
COLEMÊRG - Li Colemêrg û Geverê di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de hat gotin mafê her kesî heye ku bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrg û Geverê bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniya çapemeniyê da. Parlamenter Abdullah Zeydan û HDP'yî beşdarî çalakiyê bûn.
Colemêrg
Li ser navê rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê Kadir Şahin daxuyanî da. Kadir da zanîn ku bi qirkirina çandê tê xwestin zimanê kurdî bê tunekirin û got kurd ji ber ku bi kurdî diaxivin tên kuştin em vê nêzîkatiyê qebûl nakin.
Yüksekova
Gever
Rêveberê HDP'ê Star Kurt daxuyaniya li ber avahiya HDP'ê xwend. Hevserokên Şaredariyê û Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdar bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin ew wekî HDP'ê polîtîkayên li dijî ziman naxwazin û qebûl nakin.