Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî: Azadiya ziman azadiya jinê ye

  • 15:27 21 Sibat 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî di daxuyaniya ji bo 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de diyar kir ku azadiya ziman azadiya jinê ye û wiha got:"Perwerdehiya bi zimanê dayikê bi hemû aliyan ve wê bibe sedama serkeftina civakê, gelek pirsgirêkên civakî wê bi vê minasebetê bên çareserkirin. "
 
Bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat pîrozkirin û wiha hat gotin:"Em carek din soz didin em ê têkoşîna xwe ya ziman xurt bikin zimanê kurdî li ser axa kurdan azad bikin."
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Di sala 2022’yan de jî pirsgirêka zimanê dayîkê didome, îro jî bi milyonan Kurd li Tirkiye bi zimanê dayikê perwerdeyê nabînin. Perwerdehiya bi zimanê dayîkê îro hêja li Tirkiye wek pirsgirêkek bingehin tê ditin. Perwerdehî xalek ji zanisteyî ya sereke, perwerdehiya bi zimanên biyanî gelek pirsgirêkên derunî jî derdixe holê, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê 18 kanûna 1992’yan de ji hêla Neteweyên Yekbuyî ve hatiye pejirandin û li ser hemu dewletan ferz kiriye. 
 
Li Tirkiyeyê jî ji avakirina komara Tirkiyeyê heta îro bişavtinek sîstematik li ser kurdî didomine, ji dîroka Komara Tirkiyeyê heta îro şuna polîtikayên bişavtinê, parastina çand û zimanên li Tirkiye di heman demê de wê bibe avakirina aştiya civakê, perwerdehiya bi zimanê dayikê bi hemû aliyan ve wê bibe sedama serkeftina civakê, gelek pirsgirêkên civakî wê bi vê minasebetê bên çareserkirin. 
 
Em weke Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî bang dikin, têkoşîna me ya herî sereke têkoşîna zimanê dayîkê ye, bi azadbûna ziman wê jin azad bibe, bi azadbûna jinê wê civak azad bibe, em ê bi baweriya dayikan zimanê kurdî azad bikin. Em carek din soz didin em ê têkoşîna xwe ya ziman xurt bikin zimanê kurdî li ser axa kurdan azad bikin. Stran û tililiyên xwe bi dengekî bilind biqêrin û bistirên. 
 
Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê Pîroz be.
 
Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî."