‘Divê Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş bi lezgînî werin berdan’

  • 14:19 21 Sibat 2022
  • Rojane
 
AMED - Tora Têkoşîna li hember Tundiyê têkildarî Aysel Tuglug a ku ruxmê nexweşî û rapora nikare li girtîgehê bimîne tê girtin li ber dadgeha Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bi dehan jin kom bûn û ji bo Aysel Tugluk edalet xwestin
 
Tora Têkoşîna li hember Tundiyê têkildarî Aysel Tuglug a ku ruxmê nexweşiya xwe di girtîgehê de tê girtin li ber deriyê dadgeha Amedê daxuyaniya çapemeniyê da. Şaxa Komîsyona Jinan a Komeleya Mafê Mirovan a Amedê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Komîsyona Mafên  LGBTÎ+ Baroya Amedê, Komîsyona Tenduristiyê ya Jinan û Odeya Tabîban a Jinan a Amedê, Meclîsa Jinan a Amedê ya Keskê, Şaxa Komisyona Jinan a OHD'ê ya Amedê, Komeleya Jinan a Rosayê, Şaxa SHU-DER'ê ya Amedê, TMMOB û Meclîsa Jinan a HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de posterên Aysel Tugluk hatin rakirin û dirûşmên “Bijî Yekîtiya Jinan” hatin berzkirin.
 
Cîgira Hevserokatiya ÎHD’ê ya şaxa Amedê Ezgî Sila Demîr metna daxuyaniyê xwend.
 
‘Êrişên derûnî li ser hatin meşandin’
 
Ezgî di serî de di derbarê Ayselê de ev tişt bi bîr anî: "Aysel Tugluk a ku bi salan e bi nasnameya xwe ya jinbûnê û Elewitiyê siyaseta demokratîk dimeşîne, di warê wekheviya zayendî de karên hêja kiriye û parazvana mafê mirovan e. Di Kanûna 2016'an de di lêpirsineke ku li ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hat girtin. Neh meh piştî ku hat girtin diya wê çû ser dilovaniya xwe bi destûrê tevlî binaxkirina diya xwe bû lê belê êrîşa nijadperset ku li Enqereyê li ser cenazeya diya wê pêk hat li ser derûniya wê. Piştre Heyeta Tipa Edlî ya Zanîngeha Tipê ya Kocaeliyê diyar kiriye nexweşiya Aysel Tugluk mayînde ye û nikare tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Lê belê berovajiya vê yekê 3’yemîn Heyeta Îhtisasê ya Tîpa Edlî gotiye Aysel Tugluk dikare li girtîgehê jiyana xwe bidomîne. Li ser vê yekê Serdozgeriya Komara Kocaeliyê rapora Heyeta Îhtisasê ya 3’yemîn qebûl kiriye û tehliyekirina Aysel Tugluk red kiriye.”
 
‘ATK xwe weke meqama darizandinê dibîne’
 
Ezgî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bi taybetî divê were diyarkirin ku rapora tipa edlî ji rastiyê dûr e di nav xwe de nakokiyan pêk tîne. Heke rapora ATKê bi hûrgulî were vekolînkirin ew ê were dîtîn xwe wekî meqama darizandinê dibîne. Ji bilî vê yekê di derheqê rewşa tenduristiya Aysel Tugluk de belgeyeke tibbî jî tune ye û tekîldarî rewşa tibbî li girtîgehê jî rastî qeydeke tendûristiyê nehatiye, cih nedane şahidiyên peywirdarên ku li girtîgehê karên tendûristiyê dikin û peywirdarên îdarî û kesên ku pê re dimînin. Dîsa di nav heyeta ku rapor amade kirine norolog tune ye ev yek nîşan dide ku rapor kêm e.”
 
‘Bila girtiyên nexweş werin berdan’
 
Ezgiyê wiha bi dawî kir:"Mixabin salên dirêj in ATK a dijberê rûmeta mirovahiyê, ji zanînê dûr û bi awayekî alîgir raporan amade dike. Ev raporên alîgir li ser jiyana girtiyên nexweş bandoreke neyînî çêdike û dibe sedema ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest bidin. Em  bangewazî dikin û dibêjin di serî de Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş di dema nexweşiyên wan de înfaza wan were sekinandin û werin berdan . Di vê pêvajoya ku gihiştina mafê tenduristiyê tê astengkirin û mafê jiyan û tenduristiya girtiyan tê binpêkirin em daxwaz dikin ku Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş bi lezgînî werin berdan!”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Yekîtiya Jinan” û bi çepikan bi dawî bû.