'Em ê mijara zimanê kurdî her di rojevê de bihêlin'

  • 14:15 21 Sibat 2022
  • Rojane
 
AMED - Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku zimanê kurdî wê her roj di rojevê de bê hiştin. 
 
Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî(PZK) bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, li oteleke navçeya Sûra Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Pêkhateyên platformê beşdarî daxuyaniyê bûn. Li salonê pankarta “Daxuyanî û nexşerê ya 21’ê Sibatê ya 2022'an” hat vekirin. Daxuyanî bi kurmancî û kirmanckî hat dayîn. 
 
‘Em ê mijara ziman her di rojevê de bihelin' 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Piştî bi dawîkirina kampanya ya 21'ê Sibatê divê xebat ji bo mafê zimanê kurdî her berdewam be. Zimanê me hebûn, nasname û rûmeta me ye. Em divê van nirxan hertim bînin ziman û dubare bikin. Em di wê baweriyê de ne ku rengê siyaset û civaka kurdî her divê kurdewar be. Ji ber van sedeman Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi hevdû re biryar dane ku em bi hevdû re kar bikin, karê xwe qordîne bikin û her sazî di warê xwe de, xebata xwe ji bo mafê ziman kurdî berfireh bike. Divê em bi hevdû re pirsa zimanê kurdî geştir bikin û pirsa zimanê kurdî di asteke bilindtir de, di nava civaka kurdan de, di nava hêzên desthilatdarî û oposîsyona Tirkiyeyê de bixîn rojeva siyasetê.
 
Em ê zimanê kurdî tim zindî bihêlin
 
Platforma Ziman û Tora Ziman wê ji siyaseta kurdan bixwaze ku Newroza sala 2022'yan bibe Newroza zimanê kurdî. Ne tenê li bajarekî lê belê li hemû deverên ku Newroz lê werin pîrozkirin, divê xaleke sereke li ser pirsa zimanê kurdî be. Ne tenê siyasetmedar li ser pirsa ziman axaftinan bikin, lê divê rewşenbir, nivîskar, helbestvan, seyda, hunermend û kesayetiyên cuda di qadên Newrozê de li ser pirsa ziman biaxivin. Hemû kesên ku di vê mijarê de bi axivin jî, ji Gelê Kurd vê pirse bikin; hûn dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî? Bi dengekî bilind ev daxwaz erêkirin wê bibe weke referandûmek ji bona mafê zimanê kurdî. 
 
Dîsa di xebat û çalakiyên roja 8 ê Adarê de emê heman daxwazan dubare bikin. Li vir jî wê jinên Kurd û hevalbendên wana daxwaza ku zimanê Kurdi bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî weke referandûmekê bidin dengdanê. Erêkirina vê daxwaze wê di gelek waran de moralê xemxûr û xebatkarên zimanê Kurdî bilind bike.”
 
Em ê tevgereke zimanî sazbikin
 
Weke Platform û Tor em dixwazin şax û perên xwe li hemû bajarên Kurdistanê û metropolan berfirehtir bikin. Tevgereke zimanî sazbikin. Divê xebata ziman li her deverê berfireh bibe. Her sazî di warê xwe de xwe tekûztir bike, bi hevdû re alîkar be û xebata xwe bigîhînê derdorên cuda. 
 
Bi medya kurdî re têkilîyên bi rêkûpêktir saz bike û daxwaz bike ku medya kurdî girîngiyê bide zimanê kurdî. Xebata Platform û Torê bi hemû saziyên medya kurdî re divê di nava hemahengiyeke dostane de derbas bibe. Medya Kurdî di gelek xalan de hertim dibe alikar ji bo ku mafê zimanê kurdî bikeve rojeva siyaset û civakê.
 
Em ê bi beşdaran re nîqaş bikin 
 
Heta Roja 15'ê Gulanê, ango Roja Zimanê Kurdî Platform û Tor bi hevdû re û bi saziyên têkildar re semîner, panel û konferansa li dar bixe. Bi taybet jî li ser pirsa ziman û jin, ziman û netewe, ziman, perwerde, ziman û hiqûq, ziman û siyaset û hwd çalakiyan li dar bixîne. Zimanê me her di rojevê de be. Li gorî şert û mercan jî konserên mûzikê bi hunermendan re amade bike. Dîsa bi gelê xwe re, li deverên neqandi civinên li ser zimanê kurdî bi dayîk û bavan re, bi ciwanan re gotubêj bike, giringiya zimanê kurdî derxinê holê û astengiyên di nava gel de çine, rê û rêbazan jî bi beşdaran re niqaş bike.”