Komxebata zimanê kurdî li Koyê destpê kir

  • 13:05 21 Sibat 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya komîsyona Ziman a KNK'ê li navçeya Koyê komxebata ziman tê lidarxistin. Bi dehan pisporên ziman, mamosta, xwendevan û nûnerên saziyên sivil tevlî komxebatê bûn. 
 
Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, Beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Koye bi hevkariya Komisyona Ziman a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), komxebatek hat organîzekirin. Komxebata navnetewî ya li ser rewşa niha ya zimanê kurdî û astengiyên li pêşî, bi tevlîbûna serokê zanîngeha Koye Dr. Welî Mehmud û hevseroka KNK'ê Zeynep Murad, destpê kir.
 
Hejmarek ber çav ya kesayet, mamostayên zanîngehê, xwendevan, pisporên ziman, nûnerên aliyên siyasî tevlî komxebatê bûne. Komxebat bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre serokê Lijneya Bilind ya Guftugoyê Derya Hewêzî gotarek pêşkêş kir. Di gotarê de hat gotin ku divê ev komxebat bibe pêngavek ji bo xizmeta zimanê kurdî.
 
Serokê zanîngeha Koye Dr. Welî Mehmud jî piştre behsa pirsgirêkên zimanê kurdî kir û got: “Mixabin me nekariye weke tê xwestin girîngî bidin zimanê kurdî. Eger pisporên zimanê kurdî, zû nekin wê zererek mezin bigihe ziman. Ji ber ku niha zimanê biyanî li Herêma Kurdistanê ketiye pêşiya zimanê kurdî. Li dibistanan jî hîn zêdetir girîngî bi zimanê biyanî tê dayîn.”
 
Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê Zeynep Murad jî wiha axivî: “Girîngîdayîna zimanê kurdî, erkek netewî û exlaqiye, divê kurd di her warê jiyanê de girîngî bi zimanê kurdî bidin.”
 
Bernameya komxebatê:
 
* Panela yekem wê li ser rewşa zimanê kurdî ji aliyê Hîwa Selam Xalid ve were birêvebirin.
 
* Panela duyem wê li ser astengiyên li pêş zimanê kurdî û çareseriya wê, ji aliyê Mamosta Mijde Ebas ve were rêvebirin.
 
* Panela sêyem wê li ser peywendiya ziman, werger û medyayê ji aliyê Mamosta Telar Sebah ve were rêvebirin.
 
Wê di van panelan de 10 mamostayên zanîngehê û akademîsyen beşdarbin. Wê piştre jî mafê axaftinê bi beşdarvanan were dayîn û ew jî nêrîn û têbîniyên xwe bînin ziman.