'Têkçûna ziman têkçûna netew û rûmetê ye'

  • 12:52 21 Sibat 2022
  • Rojane
 
MEXMÛR - Xwendevan û mamostayên Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyek çapemeniyê roja zimanê zikmaki ya cîhanê pîroz kirin. Di daxyaniyê de hat gotin; “Bişaftin û tunekirina zimanan li ber çavê hemû cîhanê berdewam dike. Têkçûna ziman têkçûna rûmet û netewê ye.”
 
Li wargeha penabera a Ş. Rustem Cudî (Mexmûr) îro di seet 11'an de li dibistana seretayi ya Ş.Mehmet Kurt xwendevan û mamostayên wargehê kom bûn û roja zimanê zikmakî ya cîhanê bi daxuyaniyekê pîroz kirin, daxuyani ji aliyê  xwendevana amedeyi bi navê Bihar Tarhan ve hat dayin. Beriya daxuyani dest pê bike ji bo biranina cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û daxuyani wiya dest pê dike.
 
"Di sedsala bistan de li gelek welatan qirkirinên netewan hatin pêkanîn. Gelek dewletên desthelatdar û dagirker yên weke dewleta tirk ji bo netewan tune bikin, zimanên heyî dan qedexekirin. Ji bo zimanê xwe li ser civakên din bidin sepandin, bi sed hezaran mirov qetil kirin.Li hemberî vê bişaftin û qirkirinê bi armanca destekkirina çandên cur be cur û pirzimaniyê ji aliyê netewên yekbûyî( NY) rêxistina bi navê 'Rêxistina perwerde, zanîn û çandê' ( UNESCU) vê roja 21' ê sibata 1999'an  weke roja navnetewî ya zimanê dayîkê hat pejirandin. Zimanê dayîkê û mafê perwerdaya zimanê dayîkê ket bin ewlehiyê. Rêxistina navborî di 21'ê Sibatê ya 2000'î weke roja zimanê dayîkê,  ya  Cîhanê îlankir. Ji bo afrandina ciyewaziya di navbera zimanan û teşfikirina pirzimaniyê li gelek deverên cîhanê ev roj tê pîrozkirin.
 
Her çiqas ji bo tevahiyî zimanan bikevin bin ewlehiyê ev biryar hatibin girtin jî, lê hêj bişaftin û tunekirina zimanan li ber çavê hemû cîhanê berdewam dike. Li gorî danayên fermî yên netewên yekbûyî, her du hefteyan zimanek bi çanda xwe ve tune dibe. Ji zimanên niha pê tên axaftin ji sedan çilê wan di bin gefa têkçûyînê de ne. 
 
Zimanê Kurdî yê ku xwediyê 730 hezar û 691 peyvê ye di nava zimanên  herî dewlemend yên Cîhanê,  di rêza 9. de ye. Îro qedexeya li ser vî zimanê dewlemend û kevnar ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve berdewam e. Welatê herî zêde ziman tê de tên bikaranîn” Papua  Yenî Gine” ye. Şêniyên vî welatî ji heşt milyonan zêdetir in. Li vî welatî ji 800 zimanan zêdetir tên bikaranîn. Dewleta yekziman ji bes Koreya Bakure. Di  cîhanê de zêdetirî 7 hezar ziman tên bikaranîn.  Her weha  5 hezar  Çandên xwecihî hene. Weke tê dîtin, li Tirkiyeyê 18 ziman tunebûne, yan li  ber tunebûnê ne. Ji Zaravayên Kurdî Zazakî ji weke zimanê li ber têkçûne tê hesibandin. Her çiqas di fermiyata dewletê de nebin ji , li gor lêkolineran li Tirkiye 39 ziman tên bikaranîn. 
 
Li gorî lêkolina zanyaran  li Tirkiyeyê herî zêde curekirin li ser kurdî tê pêşxistin. Li gorî lêkolina zanîngeha Bogazîçîyê, ya  2002'yan a ku  li Stenbol, Amed û Wanê pêk anî ji sedan 81 mamostayên dibistanê dayîk û seretayî gotine:” Ji ber Tirkiya zarokan têrê nakin nikarin fêrî nivîsinê bibin.” yanî li vir mafê zarokan ji tên binpêkirin û dibin sedem ew zarok ji perwerdeyê dûr bikevin. Li gorî lêkolinên heman zanîngehê ji sedan 46 kesên bi kurdî diaxivin ne xwendekar in. Ev tê wê wateyê perwerdeya yekzimanî bêmafiyek herî mezin e. Di nava dewletek weke dewleta tirk ya ku 18 ziman tunekirî, parastina zimanê dayîkê karekî pir zor e. Dîsa ev dewleta tunekirina kurdan ji bo xwe kirîye armanc, êrişên xwe yên li ser ziman û çanda kurdî tucaran ranewestandine. Kurdên bi rûmet heya niha kurdî li hemberî vê bişaftina bêhempa, li berxwe dide û hebûna xwe diparêze. 
 
Em weke qada perwerde ya wargeha Ş.Rustem Cudî bang li Netewên Yekbûyî dikîn, divê hûn ji ber berjewendiyên xwe yên bazirganiyê biryarê xwe binpênekin û li vî zimanê ku di aliyê dewlemendiya xwe de di rêza 9'emin de cih digire biparêzin. Pêşî li bişaftina ji aliyê dagirkerên Kurdistanê  bi taybet  dewleta tirk ve tên pêkanîn bigirin. Disa em bang tevayê gelê kurd dikin, bila her kurdek li zimanê xwe xwedî derkeve. Ji ber têkçûna ziman têkçûna rûmet û netewê ye. Her wiha em bang li dagirkerên Kurdistanê ji dikin, hûn nikarin vî zimanê ku bi hezarên salan xwe parastî tunebikin. Tê xwestin hûn demek berî demekê dev ji vê helwesta dagirkerî û bişaftinê berdin û ji vî gelê kevnar re rêz bigirin. 
 
Hevalên hêja: 
 
Her çiqas dagirkerên Kurdistanê bixwazin ziman û çanda me tunebikin û cîhana berjewendîperest, li hember vê bêmafiyê  xwe bêdeng bike jî, em ê tucaran rê nedin têkçûna çand û zimanê gelê kurd. Bi rêbaza Rêber Apo ji me re danî em ê di hemû qadên jiyanê de di bin hemû mercan de rûmeta xwe biparêzin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Roja parastina zimanê cîhanê", "Bijî berxwedana gelê me","Bijî Rêber Apo" bi dawi bû.