Desteya Perwerdeyê ji bo Roja Zimanê Dayikê daxuyanî da
- 12:13 21 Sibat 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Roja Zimanê Dayikê daxuyaniyek da.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
”Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevayî gelên cîhanê, bi taybetî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz dike.
Ji bo parastin û bihêzkirina civakeke pirzimanî û pirçandî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji ber ku ziman hîmê bingehîn ê hebûna civakan e û girîngiya bidestxistina zanist û heşînkirina kesayeta zarokan a civakî û çandî ye, Desteya Perwerdeyê pergala perwerdeya pirzimanî didomîne. Di heman demê de bang li rêxistinên navneteweyî dike ku li rêgezên xwe xwedî derkevin û piştgiriyê bidin yekemîn ezmûn a pergala perwerdeya pirzimanî li Rojhilata Navîn.”