Bi tevlibûna bîranîna Denîz Poyraz hatin sûcdarkirin

  • 11:09 21 Sibat 2022
  • Rojane
STENBOL - 12 kesên ku di nav wan de rêveberên HDP'ê jî hebûn û di 14'ê Sibatê de hatin binçavkirin, bi tevlibûna çalakiyan û bi tevlibûna bîranîna Denîz Poyraz hatin sûcdarkirin. 
 
Li Stenbolê di 14'ê Sibatê de di serdegirtinên malan ku hatin kirin de di nav wan de endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî heyî 12 kes hatin binçavkirin û dema binçavkirina wan 4 rojan hat zêdekirin duh îfadeya wan hat girtin. 
 
Tevlibûna bîranîna Denîz Poyraz sûc hat dîtin
 
Xebatkarên HDP'ê ku li Muduriyeta Polîsan a Stenbolê îfadeya wan hat girtin, bi bilavkirin Kartên Newrozê, xebatên ji bo Newrozê, tevlibûna daxuyaniyan û tevlibûna bîranîna ji bo Denîz Poyraz a ku li avahiya HDP'ê ya Îzmrîrê ji aliyê Onur Gencer ve hat qetilkirin hatin sûcdarkirin. 
 
Sewkî Dozgeriyê kirin
 
12 kesên ku karê wan ê dayîna îfadê li muduriyeta polîsan qediya sewkî Edliyeya Çaglayana Stenbolê hatin kirin. Li bendê ye ku îfadeyên wan bên girtin. 
 
Kesên ku hatin binçavkirin navê wan wiha ye: Rêveberên HDP'a Esenyurta Stenbolê Taner Karadaş, Murad Turgut, Çayan Yilmaz, Metîn Burukanli, Kiyasettîn Kurt, Selamî Yaman, Abdullah Arinan. Hevseroka MATUHAYDER'ê Esîn Çelîk, Rojnameger Vîldan Atmaca û Îsmaîl Çelîk, Îbrahîm Erol û Suleyman Erzengîn e.