TAJÊ: Bi zimanê dayika xwe biaxivin binivîsînin û bixwînin

  • 11:03 21 Sibat 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ’ê di daxuyaniya têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de bang li gelê kurd kir ku xwedî li zimanê xwe derkeve û got:"Bi zimanê dayika xwe biaxivin binivîsînin û bixwînin."
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê bi daxuyaniyekî roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû neteweyan pîroz kir û bang li hemû kesên civaka Êzidî kir ku bi zimanê xwe bixwînin, bi zimanê xwe biaxivin û bi xwebûna xwe bijîn.
 
Daxuyanî li pêşiya meclisa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya li Şengalê ji aliyê Endama Saziya Zimanê Kurdî Nesrîn Simoqî ve hat xwendin. Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya ziman ji bo civakan û wiha hat gotin: “Ziman amûreke sereke ya xwe îfadekirin û fêmkirina mirovan ji hev e. Ziman perçeyekî bingehîn e ji bo nasnameya mirovan û rengê wan. Her neteweyek, bi çand û zimanê xwe tê naskirin. Zimanê dayikê nasnameya civakan e, ev nasname jî hebûna mirovan ava dike. Zimanê dayikê rûmeta civakê ye.”
 
'Mirovên ku ji zimanê xwe dûr dikevin ji cewhera xwe jî dûr dikevin'
 
Di berdewamiya daxuyanîyê de hat gotin ku yên ji zimanê xwe dûr dikevin ji cewher û rastiya xwe jî dûr dikevin û wiha hat bilêvkirin: “Mirovên ku bi zimanê dayika xwe dijîn xwedî li cewher û nirxên mirovahiyê jî derdikevin. Mirovên ku ji zimanê dayikê dûr dikevin ji cewher û koka xwe jî dûr dikevin û xerîb dimînin.”
 
'Çand û zimanê me di bin xeterê de ye'
 
TAJÊ’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku yên ziman û çanda civaka Êzidî parastine dayikên berxwedêr in û wiha domandin: “Êzidî jî bi hezaran salan bi zimanê xwe çanda xwe ya resen jiyane. Bi têkoşîneke mezin gihîştin van rojan. Ev jî bi keda dayikên me ne. Dayikên me li hemberî hemû fermanan çand û zimanê me parastine û bi pêşve birine. Lê îro çand û zimanê me di bin xeterê de ye. Civaka Êzidî ji hemû aliyan ve bi gelek êrîşên fizîkî û çandî re rûbirû maye. Lê ruxmî van êrîşan jî xwe parastiye û wê xwe biparêze.”
 
'Weke hemû neteweyan jî zimanê me mafekî bingehîn e'
 
Di dirêjahiya daxuyaniyê de hat gotin ku bi naskirina xweseriya Şengalê dê zimanê dayikê bibe zimanê fermî û wiha pê de çû: "Ji bo parastina çand û zimanê me, ewlehiyeke siyasî lazim e. Ev ewlehî jî bi naskirina xweseriya damokratîk a Şengalê ye. Wê demê wê zimanê me yê Kurdî jî bikeve ewlehiyê. Di nava pergala xweseriyê de dê zimanê me bibe zimanê fermî û zarokên me bi zimanê dayikê perwerdeya xwe bibînin. Weke hemû neteweyan jî zimanê me mafekî bingehîn e."
 
'Bi zimanê dayika xwe biaxivin'
 
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû kesên civaka Êzidî û dayikan hat kirin ku ji bo parstina zimanê xwe bi zimanê dayikê biaxivin. Daxuyanî wiha bi dawî bû. "Di roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de em bang li hemû civak û dayikên xwe dikin ku xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Bi zimanê dayika xwe biaxivin û bi zimanê dayika xwe binivîsînin û bixwînin. Em vê rojê li dayikên kedkar û fedakar û hemû civaka xwe pîroz dikin. Em dibêjin xwedîderketina li zimanê dayikê, xwedîderketina li çand, nasname, hebûn û rûmeta mirovahiyê ye."