Mamosteyên Mexmûrê: Divê em bi zimanê xwe zarokên xwe mezin bikin

  • 10:34 21 Sibat 2022
  • Rojane
Bêrîvan Tûnç 
 
MEXMÛR - Bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, mamosteyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê Çîmen Kaplan û Ayten Sure, banga xwedî li derketina zimanê kurdî kirin û gotin: "Her mal dikare bibe dibistanek, dayik û bav jî dikarin bibin mamosteyek. Ji bo parastina ziman jî divê têkoşînek bê dayîn." 
 
21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek deveran bi çalakiyên cuda tê pêşwazîkirin. Di çarçoveya bernameyan de behsa zimanê ku windabûyî û zimanê ku tê înkarkirin tê kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 24 sal in bi zimanê kurdî ders tên dayîn. Zarok bi zimanê dayikê perwerde dibin. Mamoste Çîmen Kaplan û mamoste Ayten Sûre derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser girîngiya parastina zimanê kurdî. 
 
Çîmen, destnîşan kir ku her civak û her netew bi zimanê xwe tê naskirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ziman hebûna civakî ye û civakek bêziman be ber bi tunebûnê ve diçe. Di cîhanê de gelek ziman hene ku ji hêla hêzên desthilatdar yên qirker ve têne tunekirin. Tenê rojekê ji bo zimanê dayikê dayîna diyar kirin ne raste, pêwîste mirov vê yekê nepejirîne. Li hember êriş û çepisandinên li ser zimanê kurdî, pêwîste em di nava berxwedanê de bin.”
 
'Li dijî tunebûnê parastin hewceye'
 
Çîmen, di nava axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa zimanê kurdî ya bakurê Kurdistanê: "Li bakurê Kurdistanê polîtîkayên pir zirav li ser zimanê me tê meşandin. Pêwîste em li hember vê yekê hişyar bin. Dewleta Tirk a qirker di her aliyan de dijminê kurda ne. Dijminê zimanê kurdî ye jî. Bêguman polîtîkayên dewletan yên tunekirina civakan yek jî tunekirina zimanê wan e. Ger ku te netew û civakek zimanê wê tunekir ew netew ber bi tunebûnê ve diçe. Her netew bi zimanê xwe dikare çanda xwe, stran û çîrokên xwe jî bi parêze. Em bikarin çîrok, helbest û stranên xwe bi zimanê xwe bêjin û bi parêzin jî. Ger ku me vê yekê pêkanî em ê bikaribin zimanê xwe ji tunebûnê rizbar bikin." 
 
‘Dayik û bav dikarin bibin mamosteya ziman' 
 
Mamoste Çîmen, da zanîn ku rol û mîsyona jinan di parastina ziman de girîng e û wiha bi lêv kir: "Zimanê kurdî zimanekê resen û xwezayî ye. Ziman bi dayik û jinê dest pê dike, ji bo wê jî pêwîste herê zêde jin û dayîk ji bo pêşxistina ziman li ber xwe bidin. Di nava civakan de rol û mîsyona sereke dikeve ser milê jinan. Jin û dayik dikarin zarokên xwe bi çand û zimanê xwe perwerde bikin, fêrî zimanê xwe bikin. Pêwîste dayik û bav zarokên xwe bi zimanê xwe mezin bikin. Yek ji lingê berxwedanê jî parastina zimanê kurdî ye, pêwîste em vê yekê jibîrnekin. Em nehêlin ku tu zimanên biyanî ser zarokên me bi bandor be. Divê em rê nedin ferzkirinên bi vî rengî. Her mal dikare bibe dibistanek, dayik û bav jî dikarin bibin mamosteyek."
 
Çîmen, diyar kir ku wargeh di vê helê de pir bi şans e û got: "Em xwedî bi şens in û me pergala xwe avakiriye. Em bi zimanê dayika xwe perwerde dibînin û didin. Bi vê hişmendiyê mezin dibin. Em bi zimanê xwe diaxifin, dixwinîn û dinîvsînin."
 
‘Ferd û civak bi zimanê xwe tê nasin'
 
Mamoste Ayten Sûre jî di axaftina xwe de bal kişand ser helwestên tunekirina zimanê dayikê û wiha axivî: "Hêzên desthilatdar yên ku ji bo zimanê dayikê rojekê didin diyar kirin rexne dikim, ji ber zimanê dayikê mirov nikare tenê rojekê diyar bike. Zimanê dayikê heqê her ferdekî/ê ye, civak û netewan e. Bê zimanê dayikê mirov her tim kêm e û lawaz e. Ferd û civak bi zimanê xwe tê naskirin."
 
'Em ê di parastina ziman de bi israrbin'
 
Ayten, destnîşan kir ku li wargehê hînê xwendin û nivîsandina bi kurdî bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez wek şêniyekê wargehê di penabertiyê de hînê zimanê xwe bûm û min zimanê xwe nas kir. Bi zimanê xwe fêrî xwendin, hizrandin û nivîsandinê bûm. Em mînetdarî Rêber Apo ne ku ne hêla ku zimanê me tune bibe. Em soz didin Rêber Apo, tevahî şervan û gerîllayên xwe re em ê di têkoşîn û berxwedana xwe de bi israrbin heya serkeftinê."
     
'Divê em bi zimanê xwe zarokên xwe mezin bikin' 
 
Ayten, da zanîn ku mirov nikare parastina ziman tenê bi rojekî ve bi sînor bike û got: "Zimanê dayikê hebûna mirovan e. Ziman dibe nasnameya civak, netew û ferdan. Zimanê dayikê esasê heyînê ye ji bo civakan. Çand û ziman bi hev re girêdayîne, çawa ku gotş û neynok bi hev re ye çand û ziman jî heman tişte. Weke mamoste herê zêde jî em hewildidin ku çanda kurdî bi zarokan de bidin rûniştin û pêkanîn. Em jî di wê baweriyê de ne ku em çiqasî çanda xwe û zimanê xwe bi parêzin em ê bikaribin bi Rêber Apo re jî bijîn. Em li ku derê dibin bila bibin, pêwîste em bi zimanê xwe zarokên xwe mezin bikin û fêrî jiyanê bikin.”
 
‘Li dijî windabûna ziman têkoşîn hewce dike' 
 
Ayten, di dawiya axaftina xwe de wiha bang li dayik û bavan kir: "Zarokan bi zimanê xwe û bi çanda xwe mezin bikin. Divê em nehelin ku zimanê cuda li ser zimanê me serwer bibe, ev erk jî dikeve ser milê dayik û bavan. Em ji bîr nekin ku dibistanê dewletan ji bo helandin, ji cewherê xwe derxistin û cihê bişaftinê ye. Ev yek jî herê zêde li ser zarokan tê meşandin. Eslê mirov bi zimanê mirovan diyar dibe. Em di ferqê de bin ku zimanê kurdî zimanê berxwedanê ye, zimanekê dîrokî ye. Ji bo çanda me, hebûna me û zimanê me winda nebe divê em têbikoşîn."