Dê malbata Gulistan Doku biçe Enqereyê

  • 10:22 21 Sibat 2022
  • Rojane
DÊRSIM - Xwişka Gulistan Doku, Aygul Doku bi parvekirina li ser hesabê xwe yê dîjîtal ragihand ku ew ê di 22'yê Sibatê de li Enqereyê be. 
 
Ji 5'ê Çileya 2020'î heta niha tu agahî ji xwendekara beşa Gihaştina Zarokan a Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku nayê girtin. Ji bo aqubeta keça di 1'ê Çileyê de li ber Edliyeya Dêrsimê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Malbatê biyar dabû ku çalakiya xwe li Enqereyê bidomîne û di roja 35'an de dawî lê anî û derbasî Amedê bû. 
 
Xwişka Gulistanê Aygulê li ser hesabê xwe yê dîjîtal ragihand ku ew ê di 22'yê Sibatê de li Enqereyê be. 
 
'Ev 779  roj in Gulistana me tune ye'
 
 Aygulê got:"Ev 779  roj in Gulistana me tune ye. Em bi caran çûn ber deriyên rayedaran. Tu deriyê me lê nedan neman. 779 roj in keça me di tarîtiyê de ye. Ji bo em pirsa Gulistanê li ku ye dîsa pirs bikin em ê di 22'yê Sibatê de li Enqereyê bin. Her kesên ku li malên wan keçên wan hene bila li Gulistanê xwedî derkevin. Îro gel Gulistanê neyê dîtin û di taritiyê de be wê demê zarok û hezkiriyên we jî ne di ewlehiyê de ne. Werin em bibin yek û ji vê yekê re bêjin bes e. Em bibin dengê Gulistanê. Gulistanê vê tariyê vê dawiyê heq nake."