ROJEVA 21'Ê SIBATA 2022'YAN

  • 09:00 21 Sibat 2022
  • Rojev
*Jinan têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê diyar kirin ku ew wekheviya ziman dixwazin û wiha gotin:"Pêwîst e hemû ziman wek hev û azad werin axaftin. Em jî weke dayikên kurd dixwazin zarokên xwe fêrî zimanê xwe bikin û bi çanda wan mezin bikin."
DÎMEN HEYE
 
*Gava meriv li grîngiya ziman difikire gelek tişt têne bîra meriv, nexasim zimanê dayikê. Niha matematîk û çend tiştên din têne bîra min.
Gava dibêjî yek û yek dibînî encama yek û yek bûye dudu û gava li felsefaya xwezaya xakeke baran lê nabare difikirî ew xak ziwa dibe û dibe çolistan û ger giyayek lê şîn jî were ji wê giyayê re "bejî" tê gotin. JI PÊNÛSA JINÊ
 
*Têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê mamosteyên herêma Şehbayê bal kişandin ser polîtîkayên dewleta tirk ên ku li ser Efrînê tên kirin  û gotin:"Li Efrînê li ser jin û zarokan politîkayên bişaftinê pêk hatin. Ji destpêka dagirkirina Efrînê heta niha zarok bi zimanê xwe naxwînin û nanivîsin." DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Ayşe Acinikli da zanîn ku serlêdanên ji bo Îmraliyê ji aliyê DDB’ê ve tê redkirin û ev biryarek siyasî ye. Ayşeyê wiha vegot: “Îşkenceya li Îmraliyê niha bi erêkirina Dadgeha Destûra Bingehîn didome.” Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknur Bîrol jî daxuyakirin ku ji bo deriyên Îmraliyê vebibin divê civaka Tirkiyeyê bikeve nava tevgerê. DÎMEN HEYE
 
* Hevseroka HDK’ê Esengul Demîr da zanîn ku krîza aborî her diçe giran dibe û bal kişand ser rexistinbûna civakî û wiha vegot: “Ya girîng ev e ku gel, yên têkoşîna azadiyê didin, gelê kurd û gelên Tirkiyeyê dakevin kolanan, qadan, daxwazên xwe bînin ziman û mafên xwe bigirin.” DÎMEN HEYE
 
*Di biryara der barê cezayê li  Dayika Aştiyê Makbule Ozbek hatiye birîn de, tevlibûna daxuyaniyên çapemeniyê sûc hat hesibandin. Di biryarê de wiha hat gotin: “Çalakiyên gumanbarê nîşan daye û biryara ku ev çalakî gihiştine asta endamtiya rêxistina çekdarî, hatiye dayîn.”
 
*Mamoste û xwendevanên bajarê Qamişloyê 21’ê Sibatê Roja Ziman a Cîhanê pîroz kirin û gotin: “21’ê Sibatê Roja Ziman a Cîhanê ye û em vê rojê li tevahî gelên ku xwedî li zimanê xwe derdikevin û bi taybet gelê kurd pîroz dikin.”DÎMEN HEYE
 
*Ji Rêveberiya Enstituya Kurdî ya Amedê Mîne Karakaş da zanîn kurdî di bin talûkeya asîmîlasyonê de ye û wiha got:"Divê di qada cemaweriyê de cih bigire yan na wê ber bi tunebûnê ve biçe. Em bi kurdî biaxivin û bi kurdî bijîn."DÎMEN HEYE
 
*Burak Ercan ê ku li Lîseya Anadolu ya li navçeya Cizîra Şirnexê peywirdar bû ku di heman demê de jî nûnerê dibistanê û Egitîm Bîr - Sen a ku Girêdayî Memûr-Senê ye, bi peyamên telefonê nêzî 40 xwendekarên zarok taciz  kiribû. 3'emîn daneşîna dozê wî îro li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê dîtin. (14.00)
 
*Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê a Cîhanê Atolyeya Rojnamegeriya Kurdî didin destpê kirin. Bêriya atolyeyê wê li avahiya xwe daxuyaniyek bidin çapemeniyê. (09.30)
 
* Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî wê bi hemû pêkhateyên xwe li Demîr Otelê xebata atolyeyê lidar bixe û dûre daxuyaniyek bide çapemeniyê.(11.00)
 
* Tora Jinên Amedê ya li dijî tundiyê, wê ji bo rewşa Aysel Tûglûk li ber edliyeya Amedê daxuyaniyek bide çapemeniyê.(12.30)