Xizmên Girtiyan: Werin em bibin dengê girtiyan

  • 16:12 20 Sibat 2022
  • Rojane
 
AMED - Xizmê Girtiyan ê di "Nobeda Edaletê" de ne bang li her kesî kirin ku beşdarî çalakiya wan bibin û wiha gotin:"Werin em bibin dengê girtiyan."
 
"Nobeda Edaletê" ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin serbest bên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 97'an de didome. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rezanê çû serdana nobetê. 
 
'Em aştî û edaletê dixwazin'
 
Rêvebera DBP'ê ya Rezanê Meryeme Tura silav ji kesên serî hildide re şand û got:"Em edalet û aştiyê dixwazin. Edalet ji bo her kesî girîng e. Bila kes di girtîgehan de nemînin. Serê hemû malbatên girtiyên wan jiyana xwe ji dest dane sax be. Divê girtiyê nexweş demildest bên berdan. Em sersaxiyê ji bo malbata girtiyê nexweş Yusuf Bekmezci yê îro jiyana xwe ji dest da re dixwazin. Ez bang li dayika dikim werin em bibin dengê girtiyan. Em aştî û edaletê dixwazin."
 
'Mirov ji bo bijîn têdikoşin'
 
Xizma girtiyan Herdem Merwanî jî bal kişand ser Yusuf Bekmezci yê li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê jiyana xwe ji dest da û wiha got:"Mirov ji bo bijîn têdikoşin. Divê girtiyê nexweş û yên înfaza wan tên şewitandi bên berdan. Her kesên xwedîwijdan bila bibin dengê me."