Li Cizîrê bernameya 21’ê Sibatê

  • 17:58 19 Sibat 2022
  • Rojane
ŞIRNEX –  Li Cizîrê bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê bername hat lidarxistin.  
 
Li navçeya Cizîra Şirnexê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê hat pîrozkirin. Saziyên Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê (MYD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Şaxên Egîtîm Sen ê ya Şirnexê bi hevkar bernameya ziman li dar xistin. Di bernameyê de pankarta “21’ê Sibatê roja zimanê dayîkê ya cîhanî pîroz be” hat vekirin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Nuran Îmîr, endam û rêvebirên HDP’ê û gelek kes tevlî bernameyê bû. Nivîskar Gûlgeş Deryaspî û nivîskar Bahattîn Robar wek panelîst tevlî bûn.
 
‘Bi astengiyan dixwazin qedexe bikin’
 
Di panelê de yeke nivîskar Bahattîn Robar axivî û bal kişand ser dîroka pejirandina roja zimanê zikmakî ya cîhanê. Bahattîn, diyar kir ku zimanê dayikê damara sereke ya hebûna civakê ye û wiha domand: “Li cîhanê bi hezaran zimanê dayikê hene. Bi hezaran ji van ji ber ku wek zimanên fermî nayên qebûlkirin li ber windabûnê rûbirû ne.  Gelek ji van wek kurdî parçe bûne. Bi astengiyan dixwazin ziman qedexe bikin. Zarokên kurd pêşî heta temenekî hînî zimanê xwe dibin, piştre dema dikevin nava pergala perwerdeyê û dest bi fêrbûna zimanekî din dikin.  Dema zimanê ku perwerdehiyê de tê bikaranîn û zimanê ku li malê tê bikaranîn ji hev cuda be, ew dikare zimanê serdest bigire û piştre pişta xwe bide yê din. Ji ber vê yekê jî divê zimanê me hîn bêtir sazîtir be.”
 
‘5 hezar salin ne bi tenê zimanê kurdî  hatiye qedexekirin’
 
Piştre nivîskar Gûlgeş Deryaspî axivî û wê jî bal kişand ser polîtîqayên bivaştinê û diyar kir ku ji ber polîtîqayên li ser gelê kurd zimanê wan jî tê astengkirin. Gûlgeş, wiha pêl da axaftina xwe: “Ji bo ku zimanê kurdî bidin ji bîr kirin bi sala ne gelek xebat kirin. Ji ber vê yekê jî saziyên ku li ser ziman û çanda kurdî dixebitîn hemû hatin astengkirin. Zimanê kurdî li hemû saziyên fermî yên dewletê hatin qedexekirin. 5 hezar sal in ne bi tenê zimanê kurdî  hatiye qedexekirin. Her wiha çanda me jî bi bişavtinê re rûbirû ma. Divê em kurd pêşî dîroka xwe bizanibin. Pêwîste civaka kurd hîn bêhtir biz iman û çada xwe hîn bibe û hîn bêhtir xwedî lê derbikeve. Yên ku zimanê kurdî hez dikin, dinivîsin û siyasetê dikin jî divê di vê mijarê de hesastir bin.” Panel bi pirs û bersivan berdewam kir.  
 
Piştre ji xwendekarên ku li Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek perwerdehiya bi zimanê kurdî dîtin, sertîfîka hatin dayîn. Di dema bernameyê de dirûşmeya “bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin. 
 
Bernameya roja zimanê zikmakî bi şahiya ku hûnermend Umut Botan derket  ser dîkê bi dawî bû.