'Nobeda Edaletê' ya li Amed û Îzmîrê didome

  • 16:48 19 Sibat 2022
  • Rojane
AMED / ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyan li Amed û Îzmîrê berdewam dike. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya ku ji hêla malbatên girtiyan ve li Amed û Îzmîrê hatî destpêkirin didome. Malbat daxwaza serbest berdana girtiyên nexweş dikin û bal dikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan û betalkirin înfazên girtiyan. 
 
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Amedê dabûn destpêkirin, di roja 96’emîn de berdewam dike. Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û rêveberên sendîkayan serdana malbatan kirin. 
 
Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku ew piştevaniya çalakiyê dikin û daxwazên malbatan di heman demê de daxwazên wan in. Bozgeyîk xwest Aysel Tugluk, tevahiya girtiyên nexweş werin berdan û demildest dawî li binpêkirinên mafên girtiyan were. 
  
Li ser navê malbatên girtiyan Herdem Merwanî û Hakki Boltan jî axivîn û daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin. 
 
Li Îzmîrê nobet didome 
 
Nobeda Edaletê ya malbatan a li Baroya Îzmîrê jî berdewam kir û malbatan xwest girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewidandin werin berdan.