Feleknas Uca: Kilîda çareseriyê Abdullah Ocalan e

  • 16:10 19 Sibat 2022
  • Rojane
AMED - Li Êlihê TJA'yê û Meclîsa Jinan a HDP'ê bi diruşema "Em ê Tecrîdê Bişkînin û Faşîzmê Hilweşînin" panel lidarxistin. Parlementer Feleknas Uca ya ku di panelê de axivî got: "Êdî îqtidar ji dizane ku kilîda çareseriyê birêz Abdullah Ocalan e." 
 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi diruşma "Em ê Tecrîdê Bişkînin û Faşîzmê Hilweşînin"  têkildarê 23'emîn salvegera Komploya navneteweyî a li dijî rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin û radestî Tirkiyeyê hatiye kirin li Baroya Êlihê panel li darxist. Di panelê de berdevka TJA yê ya Êlihê Gulîstan Sonuk, parlementera HDP'ê Feleknas Uca û Sekretera Giştî ya OHD'ê parêzer Rengîn Ergul axivîn. 
 
'Sedema qeyranan tecrîd e'
 
Felekna Uca  got 23 sal in tecrîda girankirî li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin û ev jî bi xwe re gelek pirsgirêkan diafirîne. Feleknas wiha berdewam kir: “Buyerên ku çend salên dawî dijîn vê yekê aşkera nîşa didin. Qeyranên siyasî, aborî û civakî yên tên jiyîn ji tecrîdê nikare cuda bên destgiritn. Hemû mafên birêz Abdullah Ocalan ji destê wî hatine girtin. Li Îmraliyê konseptek taybet tê meşandin. Lewra kiryarên tecrîd û îşkenceyê yên li girtîgehan didomin berdewamiya komployê ne û em nikarin ji wê qût binirxînin. Ji ber vê sedemê jî bêdengiyek heye. Lewra pêwîste êdî em bêdeng nemînin û nebin şîrîkî vê komloyê ye.”
 
'Em bi gumanin'
 
Feleknasê bi bîr anî ku serlêdanên malbatê û parêzeran hertim tên redkirin û wiha diyar kir: “Demek dirêje rûxmê serlêdanan xeber ji Îmraliyê nayê girtin. Niha li wir rewş çi ye, tendirustiya birêz Abdullah Oalan çawa ye tu xeber tune  ye. Ji xwe mafên telefonê jî nayê dayîn. Bi milyonan kes rewşa wî mereq dikin û di nava gumanan de ne. Pêwîste demil dest mafê hevdîtinê were dayîn. Bi grevên brçîbûnê yên li girtîgehan destpêkirin re CPT neçar ma ku bikeve dewerê û raporek amade kir. Di raporê de kêmasî hebe jî binpêkirinên mafan ên hatine jiyîn diyarkiribûn. Lewra Tirkiyê vê raporê ji nedîtî ve hat. Pêwîst bû ku CPT bertek nîşanî nêzîkatiya Tirkiyeyê kiribûna lê hîna ji bertekek nîşan nedaye. Li beramberî ewqas binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Îmraliyê tên jiyîn bêdeng mayîn nayê qebûlkirin.”
 
'Tecrîd li herderê berdewam e'
 
Feleknas got îqtidara AKP’ê û MHP’ê ku di girtîgehan de vê tecrîdê dide meşandin dest bi êrişên mezin ji kiriye. Feleknas wiha pêde çû: “Tecrîda li Îmraliyê li her derê berdewam dike. Erdoxanê ku li beramberî têkoşîna Îmraliyê wendakiriye dest bi istismaran kiriye. Têkildarê azadiya birêz Abdullah Ocalan gelek kampanya hatin destpêkirin. Ev kampanya li Ewrupa, Latin Emerîka û gelek welatên Rojhilata Navîn belavbûye. Heta azadiya birêz Abdullah Ocalan ji wê ev têkoşîn berdewam bike.”
 
'Bi riya hiqûqê kurdan tune dikin'
 
Feleknasê diyar kir ku hiquqa dijminatiyê didin meşandin. Ev ji bi armanca tunekirina girtiyan tê meşandin û wiha dawî li axaftina  xwe anî, "Bi rêya hiqûqê polîtîkayên tunekirinê didin meşandin. Ev ne tenê li girtîgehan, ji derveyî wê ji ev rewş tê meşandin. Li kesên di girtîehê de poşmaniyê ferz dikin.  Ev îşkence ye û bi wê re jî qanûna betalkirina infaza wan xistine meriyetê. Yên ku astengdarin bi tenê di hucreyan de dihêlin. Di aliye TV, rojname, pirtûk, kovar û têkiliyê de pirsgirêkên mezin hene. Ji derveyî medyaya alîgir tu medyayên din nayên temaşekirin û nagirin hundir."