Dayika Şemiyê: Ez ê derkevim wê qadê û wan bidim şermê

  • 14:13 19 Sibat 2022
  • Rojane
STENBOL - Ji Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz a ku lawê wê Murat Yildiz di binçavan de hat windakirin diyar kir ku Qada Galatasarayê cihê wan e û got: “Ez bi hesreta lawê xwe û gora lawê xwe me. Ezê dîsa derkevim wê qadê û wan bidim şermê."  
 
Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî daxwaza dîtina windayan kirin û xwestin kujer werin darizandin. Dayikên Şemiyê di hefteya 882’yemîn de li ser online çalakiya xwe li dar xistin. Dayikan vê hefteyê li aqûbeta Mûrat Yildiz ê 19 salî ku di 23’yê sibata 1995’an de li Îzmîrê hat windakirin, pirsîn. 
 
Di çalakiya online de ewilî dayika Yildiz, Hanîfe Yildiz axivî û wiha got: “Bayê min neanî vir. Bêedaletiyê min avêt vir. Min lawê xwe yê 19 salî bi saxî teslîmî wan kir. Lê min neçarî parçeyek hestî kirin!” Hanîfe bang li dozgeran kir û got: “Yên ku lawê min winda kirin, diyar in. Mafê jiyan û gorê yê lawê min desteser kirin. Ev bêwîjdanî ye. Li qada me qereqol danîne. Ev pandemî bidawî bibe, em ê dîsa biçin wê qadê û li hemberî wan bisekinin. Ez ê her ji bo lawê xwe hesab bixwazim.” 
 
' Tenê derbarê 3 polîsan de doz vekirin'
 
Parêzera malbata Hanîfe Yildiz û Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî jî bi bîr xist ku Murat Yildiz di sala 1995'an de bi dayik û parêzerê xwe re ji bo îfadedayînê çûye midûriyeta polîsan a Îzmîrê. Gulseren bi bîr xist ku dihat gotin Murat dema dibirin Stenbolê ji ferîbotê xwe avêtiye xwarê. Gulseren bi lêv kir ku  Hanîfe Yildiz serî li Serdozgeriya Komarê da û xwest kurê wê bê dîtin û wiha got: “Bi salan difikirî ku doz ji aliyê dozgeriyê ve hatiye destpêkirin lê tenê derbarê 2 polîsan de doz hatibû vekirin. Doza bi îdiaya ‘binpêkirina wezîfeyê’ hat vekirin û bi cezayê pere hat girtin. Lê heta ku Murat were dîtin wê ev têkoşîn berdewam bike.”
 
‘Bila kujer werin dîtin’
 
Keçapa Murat Yildiz, Ezgî Yildiz metna daxuyaniyê ya vê hefteyê xwend û xwest cenazeyê Mûrat Yildiz were dîtin û kujer jî werin dîtin û cezakirin.