Şaxa Egitîmsen a Mêrsînê: Perwerdeya bi zimanê dayikê maf e

  • 14:06 19 Sibat 2022
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Şaxa Egtîm Sen a Mêrsînê, di daxuyaniya ku derbarê 21'ê Sibatê de da diyar kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê maf e. 
 
Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egitîm Sen) a Mêrsînê, derbarê 21'ê Sibatê Roja Zizmanê Dayikê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Perwerdeya bi zimanê dayikê maf e nayê astengkirin" hat vekirin û daxuyanî ji aliyê Sekretera Perwerdê ya Egtîm Sena Mêrsînê Dugu Taner ve hat xwendin. Duygu bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê û got, "Perwerdeya bi zimanê dayikê mafe û divê neyê astengkirin." 
 
Daxuyanî aşkerakirina bernameya çalakiyên ji bo zimanê dayikê ku dê bên lidarxisitn bi dawî bû.