Li Cizîrê ji bo Semra Guzel piştgirî: Semra vîna me ye

  • 12:54 19 Sibat 2022
  • Rojane
ŞIRNEX -TJA’yê li Cizîrê têkildarî betalkirina parlamenteriya Semra Guzel de daxuyaniyek da û got: "Semra Guzel vîna me ye, dengê jin û ciwana ne. Ev êrîşa li dijî vîna gelan û jinan wê nikaribe me ji têkoşînê dûr bixe.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, derbarê betalkirina parlamenteriya Semra Guzel de li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Cizîra Şirnexê daxuyaniyek da. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît ve hat xwendin.  
 
Zîlan, anî ziman ku kampanyaya lîncê ya ku di encama komploya li hemberî parlamentera wan a Amedê Semra Guzel de hatibû destpêkirin, berdewam dike û got: "Bloga faşîst a AKP-MHP’ê, bi daraza mêr û çapemeniya alîgir êrîşek topyekûn li hemberî vîna kurd nîşanda. Li gor wekîlên AKP’ê wekî berbiçav vê sûcê kiriye, dosyeya ku biryara veşartinê tê de heye wêneyên tê de bi çapemeniyê re hat parvekirin. Ev biryar der barê wekîla me Semrayê de ne biryareke yekcarî ye. Bingeha vê biryarê xitimandina ku ji aliyê hikûmetê ve li ser pirsgirêka kurd hatiye ferzkirin e. Polîtîkayên bêdengkirin û tepisandina hemû beşên demokrasî, wekhevî û azadiyê heye. Hema rêbaz car bi car hatiye pêkanîn û ger îktîdara ku van rêbazan pêk tîne di dîrokê de wek lekeyek tarî maye. Yên ku bi êrîşên li dijî HDP’ê, bi dozên komployê û dosyayên girtinê hewl didin krîza piralî ya ku dijîn çareser bikin, divê li dîrokê binêrin.”
 
Zîlan, di dawiya axaftina xwe de got HDP, li vê welatî temînata demokrasiyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “HDP, pêşenga siyaseta demokratîk e. Gel û bi taybetî jî jin wê bersiva herî mezin bidin îktîdarê. Yên ku piştgiriyê didin van polîtîkayên hikûmetê bila zanibin ku êrîşên îro yên li ser Semrayê wê sibê li ser wan jî bên kirin. Em li vir bang dikin; Semra Guzel vîna me ye, dengê jin û ciwanan e. Ev êrîşa li dijî vîna gelan û jinan wê nikaribe me ji têkoşîna me dûr bixe.”