Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me dê edaletê bîne

  • 11:10 19 Sibat 2022
  • Rojane
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne Şenyaşar 348 roj in didome. Malbatê îro ev peyam parvekir: "Têkoşîna me dê edaletê bîne." 
 
Beriya hilbijartina 24’ê hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kirin û sê ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo di dozê de edalet pêk were ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê pêk tînin. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 348’emîn de berdewam dike.
 
 Ferît Şenyaşar ji bo tevlî bernameya Xelatên Piştevanî, Huner û Çapemenî ya Halkevleriyê bibe çû Stenbolê. Malbatê li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal ev peyam da: "Em, ji bo dengê xwe ragihînin rayedaran bi rê ketin. An dê dengê me bibhisin, an jî dê li vir biçin. Em di vê baweriyê de ne ku dawiya her tiştî heye. Têkoşîna me dê edaletê bîne. Dê di demeke kurt de rojên xweş bên."