Berteka li dijî biryara ATK'ê: Siyaseta nefretê dimeşînin

  • 09:06 19 Sibat 2022
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanê rapora ATK’ê ya der barê siyasetmedara kurd Aysel Tugluk de ku gotin ‘dikare girtî bimîne’ dan û diyar kirin ku biryar siyasî ye û siyaseta nefretê tê meşandin. Jinan dan zanîn ku divê demildest ji bo girtiyên nexweş û Ayselê her kes bikeve nava tevgerê.
 
Saziya Tipa Edlî (ATK) careke din der barê siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Kandirayê dimîne û teşhîsa demansê lê hatiye dayîn de, rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da. Tevî ku der barê nexweşiyê de rapor û daneyên Tibî hene jî Ayselê nayê tehliyekirin û bertekên jinan ên li dijî vê didomin. 
 
‘ATK biryarên siyasî dide’
 
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê Şukran Ozturk bal kişand ser raporên ATK’ê yên derbarê girtiyan de ‘dikarin girtî bimînin’ tên dayîn û wiha got: “Hem ji bo Ayselê hem ji bo girtiyên din nexweşiyên wan bi awayekî zelal dikare bê dîtin û bê gotin. Ji bo girtiyên du destê wan tune ye, felc in jî rapora dikarin bimînin didin. Tevî ku pirsgirêkên nexweşiyên girtiyan pir aşkera li holê ye, raporên ATK’ê yên dikarin di girtîgehê de bimînin jî pirsgirêkek cidî ye. Bêguman ev biryar siyasî ne. Divê etîk û sonda hîpokrat bi doktoran bê bibîrxistin.”
 
‘Divê bibin raya giştî ya navneteweyî’
 
Şukranê di berdewamiyê de bi lêv kir ku der barê raporên ATK’ê de divê xebat bê meşandin û wiha dawî lê anî: “Mafê jiyanê, mafê azadiyê ya girtiyên nexweş tê binpêkirin. Di vê mijarê de divê saziyên civaka sivîl, baro û saziyên din demildest bikevin nava tevgerê û vê mijarê bibin rayagiştî ya navneteweyî.”
 
‘Gelo dixwazin li girtîgehan bikujin?’
 
Fatma Surme ya di çalakiya ‘Nobeda Edeletê’ ya ji bo girtiyên nexweş hatiye destpêkirin de cih digire jî diyar kir ku girtî nayên dermankirin û agahiya kesî ji bûyerên li girtîgehan tune ye. Fatmayê berteka xwe wiha anî ziman: “Girtî di bin tecrîdek giran de ne. Aysel Tugluk bi qasî ku parêzerê xwe nas nake nexweş e. Divê demildest bê berdan. Bila girtiyên nexweş êdî berdin. Ji wan çi dixwazin. Dixwazin bikujin gelo? Kezeba dayika dişewite. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin.”
 
‘Ev polîtîka nefretê ye’
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDK’ê Newroz Çelîk jî daxuyand ku biryara der barê Ayselê de hatiye dayîn li dijî mafê mirovan e û wiha dirêjî dayê: “Ew jî dizanin Aysel nexweş e. Lê nabêjin. Ev polîtîkaya nefretê ye. Em şermezar dikin. Hinceta biryara dijmafê mirovan neafirandine. Cih nedana parastinan cih dane sûcdariyan. Lê sûcdarî jî hemû lîstikên wan e. Yên rapora ‘dikarin girtî bimînin dan’ bûn sedema gelek canî. Em dixwazin Ayselê demildest bê berdan.”
 
‘Ji bo girtiyên nexweş  edalet’
 
Hevseroka HDP’a Konakê Azîze Çelebî destnîşan kir ku ew ji bo Ayselê edaletê dixwazin û wiha dawî lê anî: “Em naxwazin Aysel Tugluk girtî bimîne. Ji ber nexweş e. Li Tirkiyeyê edalet tune ye. Em ji bo hemû girtiyên nexweş edaletê dixwazin.”