Êrişên li hemberî HDP’ê li Dêrsim û Antalyayê hatin protestokirin

  • 16:54 18 Sibat 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişa li hemberî avahiya HDP’a Yuregîrê, bi beşdariya gelek kesan li Dêrsim û Antalyayê hat şermezarkirin. 
 
Li dijî avahiya Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Yuregîra Edeneyê bi çekan û madeyên teqemeniyê êriş hatibû kirin. Êrişa li dijî HDP’ê li Dêrsim  û Antalyayê hat protestokirin. 
 
Li Dêrsimê daxuyanî 
 
Têkildarî mijarê Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Dêrsimê li Kolana Hunerê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em êrişên faşîst lanet dikin” hatibû vekirin û dirûşmên “Zext, nikarin me têk bibin”, “HDP gel e, gel li vir e” hatin berzkirin. Hêzên Ked û Demokrasiyê jî piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’a Dêrsimê Ferhat Yildiz axivî û got partiya wan bi salane rastî êrişên bi vî rengî tên û dê serî li ber van êrişan netewînin.
Hevseroka HDP’a Dêrsimê Nazli Çelîk Oz jî diyar kir ku AKP-MHP her tim partiya wan weke hedef nîşan didin û êrişa hatiye kirin jî parçeyeke vî zimanê dijminane ye. Oz, got ku dê têkoşîna xwe mezintir bikin. 
 
Li ber avahiya HDP'ê ya Antalyayê çalakî 
 
Rêxistina Bajar a HDP’ê ya Antalyayê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “HDP hêvî ye û tu êriş nikarin me têk bibin” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de gelek endamên partiyê û parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul jî amade bû. Daxuyanî ji hêla Hevserokê HDP’a Antalyayê Muhsîn Taşan ve hat xwendin. 
 
Parlamenter Kemal Bulbul jî destnîşan kir ku ev êriş, bi destê hikûmet û dewletê ve tên kirin