'Nobeta Edaletê' di roja 320'î de didome

  • 12:46 22 Çile 2022
  • Rojane
RIHA - "Nobeta Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 320'î de didome. Emîne û Ferît li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev parve kirin:"Edaleta derengmayî bêedaletî ye."
 
Nobeta Edaletê ya Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê didomîne di roja 320'î de dewam dike. Ji ber ku dawiya hefteyê ye malbatê li mala xwe ya Pirsûsê nobeta xwe dewam kir. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam belav kir: "Wê rojekê edalet ji her kesî re lazim bibe. Rojek dereng an jî nêz wê edalet cihê xwe bibîne. Edaleta derengmayî bêedaletî ye."