'Bi qetilkirina Denîz aştiya civakî hat hedef girtin'

  • 11:17 22 Çile 2022
  • Rojane
MUGLA - Di 24'ê çileyê de 2'yemîn danişîna doza kujer Onur Gencer tê dîtin. Jinan, bang li her beşên civakî kir ku ji bo aştiya civakî, li hemberî qetlîaman xwedî bi bertek bin û banga tevlîbûna danişînê kirin.  
 
Denîz Poyraz li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, di encama êrişa Onur Gencer de hat qetilkirin. 2'yemîn danişîna doza ku Onur Gencer wê di 24'ê çileyê de saet di 09:00 de li Edliyeya Barakliyê ango roja duşemê bê dîtin. Jinên ji derdorên cuda diyar kirin ku komkujî êrîşa li dijî aştiya civakî ye û xwestin doz bê şopandin.
 
'Tevlî dozê bibin'
 
Hevseroka HDP'ê ya navçeya Bodrûmê Zuhal Macit, diyar kir ku dewlet kujer diparêze û got: "Qetilkirina Denîz ne mijara HDP'ê ye ya hemû welatê ye. Di danişîna doza yekem de me bang li hemû saziyên jinan kir ku tevlî dozê bibin û piştevaniyê xurt bikin. Ji ber ku mijar mijareke civakî ye û mijareke aştiyê ye. Divê karker, kedkar, jin, û her beşên civakî di piştevaniya xwe ya dozê nîşan bide." 
 
'Em dev jî têkoşîna xwe bernadin'
 
Zuhal, da zanîn ku li ber çavê polîsan qetlîm pêk hat û wiha bi lêv kir: "Ger dewletek di vî karî de nebe, sîstemek wiha nayê şopandin. Bê guman li pişt van xebatan formasyoneke rêxistinkirî ya li hemberî me demokratan heye. Bi rastî jî piştî demekê piştî qetilkirina Denîz Poyraz êrîş li rêxistina Navçeya Marmarîsê hat kirin, terê nekir, careke din êrîş kirin. Piştre êrîşî rêxistina taxa Bahçelîevler a Stenbolê kirin. Yekane partiya ku hawirdora demokratîk peyda dike HDP ye û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bi HDP’ê re bi pêş ve diçin. Em bi hêzeke ciddî ya faşîst a bi neteweperestî û olperestiyê re rû bi rû ne. Dixwazin HDP’a ku hêza wê ya guhertina vê sîstemê heye bêdeng bikin û li pêşberî HDP’ê bi polîtîkayên şîdetê yên li dijî Gelê Kurd, me bêdeng bikin. Tevî ku bi salan e em vê cureyê şîdetê dibînin jî em dev ji têkoşînê bernadin."
 
'Dema jin bibin yek dikarin pergalê biguherînin'
 
Seroka Baskê Jinan a CHP'ê ya navçeya Bodrûmê Umît Ozdogan, da zanîn ku tevlî danişîna yekem nebûne û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em ê tevlî danişîna 2'yem a 24'ê çileyê bibin. Doz dozeke civakî ye. Em tu carî cudakariyê nakin û em dixwazin wek xwişk û bira bijîn. Em dixwazin edalet û hiqûq pêk bê û em wisa bijîn. Elbet dê pergala adilane bê avakirin. Hek jin bibin yek dikarin pergala heyî biguherînin." 
 
'Li dijî faşîzmê têkoşîna bi hev re'
 
Sekretera Partiya Kedê ya Muglayê Zehra Sormageç, destnîşan kir ku kesên ku Denîz Poyraz û Hrant Dink qetil kir heman kes in û got: "Em êrişa li hemberî Denîz wek êrişa li hemberî aştî û demokrasiyê dinirxînin. Li dijî hêzên demokratîk, rewşeke şer tê afikandin û bi vê re her tim êriş tên kirin. Li dijî faşîzmê divê em bibin yek û bi hev re têbikoşin. 
 
‘Baweriya min bi edaletê nayê' 
 
Ji Înîsiyatîfa Hemwelatiyê Zeynep Akinci jî da zanîn ku qetîlkirina Denîzê nayê qebûlkirin û wiha bi lêv kir: "Ji ber ku HDP'yî bû Denîz hat qetilkirin. Ji ber ku jin bû bi îşkenceyê hat kuştin. Ev tişt nayê qebûlkirin. Têkiliya wê bi nêrîna siyasî re nîne, ez ne HDP’î me lê, ez bi tu awayî qetilkirinê qebûl nakim. Piştî ku min helwesta polîsan dît û min zanî ku divê mirov baweriya xwe bi edaletê neyne. Divê her kes karê xwe bi adilane bike. Ne alîgir be û her wiha divê ji bo aştî, xwişk û biratiyê em hev re bin." 
 
'Zarok û neviyên me jiyaneke wisa heq nakin'
 
Rojnameger û nivîskar Zeynep Atikkan Denîn, wiha bal kişand ser qetlîama ku pêk hatî: '25 sal in ez rojnamegeriyê dikim û bi dehan caran ez bûm şahidê qetlîamên wisa. Heke civak li dijî qetlîaman bibin yek dê ev qetlîam dê bi dawî bibin. Civanek hat qetilkirin, heke em bê helwest bin, em ê li hemberî aştiya wî welatî jî bêhelwest bin. Zarok û neviyên me jiyaneke bi vî rengî heq nakin."