Doza welatiyên ku bi wesayîta zirxî hatin qetilkirin di 24'ê çile de ye!

  • 10:30 22 Çile 2022
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Maşîneya zirxî bû sedema qetilkirina 5 kesan. Yek ji 5 kesan Fîkrî Demîrbaş bû û bi hinceta ku zirarê daye maşîneya zirxî, derbarê malbatê de doza tazmînatê hat vekirin. 1'emîn danişîna dozê dê 24'ê çileyê de bê dîtin. Keça Fîkrî, Besîme Demîrbaş Karabacak, ji bo dozê banga piştevaniyê kir. 
 
Li herêmê her ku diçe qetlîamên bi wesayîtên zirxî zêde dibin, li gorî rapora meha îlonê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, 16 jê zarok 6 jê jin 36 kes hatin qetilkirin. Ne berpirsyarên qetlîamê malbat tên cezakirin. Mînaka vê bûyera di 20’ê hezîrana 2017’an de li ser rêya Amed û Çewlikê pêk hat. Maşîneya zirxî bû sedema mirina 5 kesên ku di maşînê de heyî. 
 
Wezareta Dadê, biryar da ku ji ber ku Fîkrî Demîrbaş bûye sedem ku maşîneya zirxî zirerê bibîne doza tazmînatê vekir. Di sala 2019'an de 250 Euro ceza li malbatan birî. Ji ber ku malbatê tazmînatê neda der barê malbatê de daxwaznameyek da 3'yemîn Dadgeha Hiqûq a Sulh a Amedê. Di daxwaznameyê de malbat hat sûcdarkirin. Daxwazname ji hêla dadgehê ve hat qebûl kirin û doz hat vekirin. Danîşîna doza yekem dê di 24'ê çileyê de bê dîtin. 
 
'Li şûna lêborînê ji me pere dixwazin'
 
Keça Fîkrî Demîrbaş Besîme Demîrbaş Karabacak, diyar kir ku cezayê ku hatî dayîn bi tu awayî nikarin bidin û got: "Em naxwebitin û sîgorteyên me nîne. Em wek xwişk û bira nikarin karekî domdar de bixebitin. Li şûna ku dewlet bê lêborîne ji me bixwaze tê pere me distîne. Ev çi wijdan e. Wekî bavê min 4 kesên din kuştiye tê nîşandan. Ez ji Xwedê hêvî dikim ku hûn di nava vê xwinê de bixeniqin."
 
'Maşîneya parçe parçe bûyî rehîn hat girtin'
 
Besîme, da zanîn ku neheqî li ser neheqiyê tê kirin û wiha axivî: "Vê demê gelek kes ji hêla maşîneyên zirxî ve hatin kuştin. Lê tu leşker û polîs ceza negirt. Kesên ku dibin sedema qezeyan çima nayên girtin? Neheqiya ku tê kirin têr nekir, ji bo maşîneya bavê min ya ku parçe parçe bûyî li otoparqê rehîn hat girtin. Piştî ku me 700 TL. pere da me maşîneya xwe ya parçe parçe bûyî girt." 
 
'Xwezî li dozê derkevin'
 
Besîme, destnîşan kir ku tenê kurd tên cezakirin û wiha bi lêv kir: "Maşîneyên zirxê yên mezin dibin sedema mirinan, lê ji ber ku kesên tên qetilkirin kurd in berpirs nayên cezakirin û her wiha mafê axaftinê jî nadin mexdûran jî. Heke ne kurd û em welatiyeke Komara Tirkiyeyê bûna em nedihatin kuştin û cezakirin. Em mafê bavê û xizmên xwe yên din dixwazin."
 
Besîmê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Doz dê roja duşemê bê dîtin. Em bang li herkesî dikin ku piştgiriyê bidin me û tevlî danişînê bibin. Xwedî li dozê derkevin."