Nûran Sezgîn: Bêdengiya NY'yê nayê qebûlkirin

  • 09:01 22 Çile 2022
  • Rojane
Qeder Kar
 
MEXMÛR - Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Nûran Sezgin, bal kişand ser polîtîkayên Bexda, Hewlêr û Enqerê ya li hemberî Mexmûrê û got: "Wargeha ku di bin sîwaneya NY'yê de ye, li hemberî ambargo, hewldana dorpêçê ya bi têlan û êrişên Arteşa Tirk bêdeng e. Ev bêdengî nayê qebûlkirin." 
 
Polîtîkayên taybet ên hevpar ên Bexda, Hewlêr û Enqerê ya li hemberî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) didomin. Piştî ku berpirsiyarê MÎT'ê yê Herêma Federal a Kurdistanê Osman Kose di 17'ê tîrmeha 2019'an de hate kuştin, hikûmeta herêmê ambargo danî ser wargehê, di 27’ê kanûna 2021'ê de jî Hikûmeta Navendî ya Iraqê hewl da ku wargehê bi têlan dorpêç bike. Her wiha çend wargeh bi fermî di bin sîwaneya Komisyona Bilind a Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye jî ji sala 2017’an ve ji hêla Arteşa Tirkiyeyê ve 6 caran hat bombekirin. Di encama êrişan de jî 12 penaber jiyana xwe ji dest dan. 
 
Ligel ambargo, êriş û hewldana têlkirina dora wargehê, berxwedana penaberan jî bi her awayî ji roja destpêke heta îro didome. Derbarê mijarê de endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Nuran Sezgîn ji ajansa me re axivî. 
 
'Ji ber zilmê berê xwe dan Başûr...'
 
Nûran, destnîşan kir ku heta niha behsa têlkirina dora Mexmûrê nehatibû kirin û got: "Wek cîhan hemû dizane ku Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, wargeheke penaberan e. Di salên 90’î de ji ber zilm û zordariyê penaber bûn û derbazî xaka Başûr bûn. Şêniyên Wargehê, ji roja ewilî heta niha gelek bedelên mezin dan. Rihê xwe dan, canê xwe dan lê tu carî dev jî têkoşînê bernedan. Ligel ambargo, êriş, revandin, kuştin û polîtîkayên taybet dîsa jî li vir berxwedaneke mezin heye û tu carî sere xwe netewandiye."
 
Dorpêçkirina wargehê 
 
Nûran, di axaftina xwe de bal kişand ser helwesta Arteşa Iraqê ya ku dixwestin li dora Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin û wiha bi lêv kir: "Mixabin hikûmeta navendî di 27’ê kanûna 2021’ê de bê hiqûqê xwest dora wergehê bi têlan dorpêç bike. Nêzî du meh in bi rayedaran re hevdîtin dihat kirin, lê belê heta niha ev mijar qet nehatibû rojeve. Em li benda tiştekî wisa nebûn. Hikûmeta navendî jî dizane ku Wargeha Şehîd Rustem Cûdî wargeha penaberan e û ev nêzîkatiya ku li hemberî wargehê tê nîşandan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ligel zor û zehmetiyên jiyanê, em îxanetê tucarî qebûl nakin. Diviya hikûmeta navendî rastiya vî gelî pir baş naskiriba. Ji ber ku ev gel ji ku hatiye, çima hatiye, heta roja îro çawa li hemberî zilm û zordariyê li ber xwe daye divê bizanibe." 
 
'Penaberên li vir penaberên siyasî ne' 
 
Nûran Sezgîn, diyar kir ku li hemberî Wargeha Penaberan a Mexmûrê demek dirêje polîtîkayên taybet tê meşandin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Penaberên li vir ne ji rêzê ne û penaberên siyasî ne. Ev tişt bi têkoşîn û berxwedanê hatiye bi dest xistin. Lê belê bi ferzkirina Dewleta Tirk û PDK'ê hikûmeta navendê hewl da ku wargehê dorpêç bike. Penaberên li vir dijîn bi sala ne li dijî zilmê derketine û li hemberî ambargoyê hewldane ku bijîn. Pêwist dikir ku hikûmeta navendî polîtîkayên li hemberî wargehê qebûl nekira."
 
Bandora berxwedana penaberan 
 
Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Nuran, di axaftina xwe de berxwedana penaberan a li hemberî helwesta hikûmeta navendî wiha anî ziman: "Mexmûrî li vir li dijî helwesta hikûmeta navendî bertekek mezin nîşanda. Bi berxwedan û têkoşîna xwe nehiştin wargeh bê dorpêçkirin. Li hemberî berxwedana gel hêzên leşkerî yên Iraqê paşve gav avêtin. Dema li hemberî zext û zordariyê berxwedaneke hevpar bê dayîn îxanet têk diçe. Divê em bi her awayî bibin yek rih û yek deng." 
 
‘Roja 9’ê Cotmehê bi zana bun hat diyarkin’
 
Nûran, da zanîn ku çawa di 9'ê cotmeha 2019'an de li hemberî Şengalê di navbera Bexda û Hewlêrê de hevpeymanek hat îmzekirin, planên qirêj hatin destpêkirin û wiha axivî: "Li hemberî Şengalê hevpeymaneke qirêj hat îmzekirin, ev roj rojek ne ji rêzê bû. Di 9'ê Cotmehe de li hemberî Rêber Apo komployeke navneteweyî hat destpêkirin. Ev roj bi zanabûn hat bijartin. Lê me dît ku Şengalî li dijî hevpeymanê vînek nîşanda û serî netewand. Niha jî dixwazin bi heman rêbazê li wargehê jî bikin û tevahiya wargehê dorpêç bikin." 
 
'NY bê helwest e'
 
Nûran Sezgîn, daxuyand ku wargeh di bin sîwaneya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ne û wiha dom kir: "Li hemberî wargehê ambargo hat dayîn û hewldana dorpêçê ya bi têlan hat kirin lê NY li hemberî wargehê berpirsyartiyên xwe pêk neanî. Wargeha ku di bin sîwaneya NY'ê de ye, ligel her geşedanên siyasî û êrişên li hemberî wargehê heta îro jî tu helwest nîşan neda. Bêdengiya NY'ê nayê qebûlkirin."
 
‘Başûrî bê deng in' 
 
Nûran, diyar kir ku ligel geşedanên siyasî yên li Başûr bêdengiyeke heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tişta ku em pê diêşin jî bêdengiya gelê Başûr e. Başûr her tim bûye hedefa êrişan û bûye cihê sixûrtiyê. Başûrî li hemberî dagirkeriyê bê deng e. Mexmûrî her tim parastina axa Başûr kir, lê beranberê wê yekê başûrî li hemberî Mexmûrê bêdeng e. Heke em di nav piştevaniyê de nebin, em nebin yek, xwedî li şerwanên xwe û axa xwe dernekevin em nikarin bi ser kevin. Ji bo serkeftinê divê şoreşa gel pêk bê."