Platforma Jinan a Şahmaranê ji bo Aysel Tûglûk qert şandin
- 18:32 21 Çile 2022
- Rojane
MÊRDÎN – Platforma Jinan a Şahmaranê, ji bo siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk kartên piştevaniyê şandin.
Platforma Jinan a Şahmaranê ji bo siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk a li Girtîgeha Kandirayê girtî û nexweş e li ber PTT’a Mêrdînê daxuyanî dan û piştre kartên piştevaniyê şandin.
Li ser navê platformê Gulîzar Îpek axivî û destnîşan kir ku di şexsê Aysel Tûglûk re ji hemû girtiyên nexweş re azadî dixwazin. Gulîzar ji bo girtiyên nexweş re banga hestiyariyê kir û got divê tu kes ji vê rewşê re bêdeng nemîne.
Jinan piştî daxuyaniyê kartên piştevaniyê ji Aysel Tugluk re şandin Girtîgeha Kandirayê.