Li Amedê 'Nobeta Edaletê' 67 roj in didome

  • 17:05 21 Çile 2022
  • Rojane
 
AMED - "Nobeta Edaletê" ya xizmên girtiyan dane destpêkirin li Amedê 67 roj in didome. Malbatên girtiyan îro jî daxwazên xwe dubare banga hestiyariyê ji raya giştî kirin. 
 
"Nobeta Edaletê" ya xizmên girtiyan a ji bo girtiyên nexweş bên berdan û girtiyên înfaza wan hatiye betalkirin serbest bên berdan li Baroya Amedê dabûn destpêkirin di roja 67'an de didome. Malbatan îro jî daxwazên dubare kirin. 
 
Reşahat Ada di çalakiya îro da daxwazên xwe carek din dubere kir û got: "Li Tirkiyeyê edalet nîne. Îro 67 roj in em ji bo pêkanîna edaletê li ber xwe didin. Zarokên me li nexweşxaneyan nayên tedawîkirin. Em zilm û zordariya li hemberî zarokên xwe qebûl nakin. Em ji rayedaran re bang dikin ku bila derbarê mijarê de hestiyar bin."
 
Hazal Yildirim jî destnîşan kir ji bo girtiyan divê raya giştî hestiyar tevbigere û wiha axivî: "Ez îro ji bo girtiyan li vir im. Divê demildest daxwazên girtiyan bê qebûlkirin."
 
Nûray Abay jî destnîşan kir ku tu mafê wan nîne ku mafên girtiya binpê bikin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Çavê me li ser rê ye. Em dixwazin aştiyek pêk bê. Ez ji vir bang li hemû jinan dikim ku ji bo girtiyan bikevin nav hewldanan û piştgiriyê bidin çalakiya me."