Girtiyekî din jiyana xwe ji dest da
- 15:33 21 Çile 2022
- Rojane
WAN - Ramazan Tûran ê ku li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Wanê di hucreya yek kesî de dihat ragirtin, jiyana xwe ji dest da.
Ramazan Tûran ê 70 salî li Girtîgeha Wanê ya bi Ewlehiya Bilind di hucreya yek kesî de dihat ragirtin. Hat ragihandin ku Ramazan krîza dil deras kirye û jiyana xwe ji dest daye.
Ramazan Turan ê jiyana xwe ji dest da beriya niha bi 20 rojan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn û piştre hatibû girtin.
Îdareya girtîgehê li malbata Ramazan geriya û ji wan re ragihand ku Ramazan jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Ramazan ji bo otopsiy^rakirine Saziya Tiba Edlî ya Wanê.