Rêvebera Egîtîm Senê Arzû Koç hat berdan

  • 13:37 21 Çile 2022
  • Rojane
 
AMED - Endama Desteya Kontrolê ya Navenda Giştî ya Egîtîm Senê Arzû Koç ku girtî dihat darizandin di danişîna ewil de hat berdan. 
 
Endama Desteya Kontrolê ya Navenda Giştî ya Egîtîm Senê Arzû Koç di çarçoveya lêpîrsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin, di 14’ê mijdara 2021’ê de hatibû girtin. Danişîna ewil a doza Arzû ku bi îdiaya “endama arêxistinê ye” tê darizandin li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Arzû bi rêya SEGBÎS’ê ji girtîgeha lê girtî ye beşdarî danişînê bû. Parêzerê wê û rêveberên sendîkayê jî li danişînê amade bûn. 
 
Arzû piştî parastina xwe kir û xwest were berdan û beraetkirin. Parêzer jî daxwaza berdana Arzûyê kir. 
 
Pişt re heyeta dadgehê bi sepana qedexeya derketina derve biryara berdana Arzû Koç da û danişînê taloqî 30’ê adarê kir.