Ji bo Aysel Tugluk banga lezgîn li NY'yê hat kirin

  • 13:35 21 Çile 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Aysel Tuguk û girtiyên din ên bi nexweşiya giran werin berdan name ji NY'yê re hate şandin.
 
43 baro û rêxistinên mafê mirovan ên Kurdistan, Tirkiyê û cîhanê ji bo ku balê bikişînin ser rewşa tendiristiyê ya siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku ji 28'ê kanûna 2016'an û vir ve girtiye, bi daxwaza lezgîn name ji komên xebatê û raportorên Neteweyên Yekbûyî re (NY) re şandin.
 
Name ji Raportorê Taybet ê Dijî Îşkence û Tehdeyê ya NY'yê, Raportorê Taybet ê Dadger û Parêzerên Serbixwe, Raportorê Rewşa Parêzvanên Mafê Mirovan, Koma Xebatê ya Girtinên Kefî, Raportorê Taybet a Mijara Tendiristiya Zêhnî û Raportorê Taybet a Heqê Kêmaran re hate şandin.
 
Di nameyê de binpêkirina mafan a li girtîgehan û rewşa Aysel hat destnîşankirin. Hate gotin piştî ku teşhîsa Demansê hatiye danîn rewşa Ayselê girantir bûye û hate gotin: ''Aysel, li gel nexweşiya giran jî di şertên berdest ên girtîgehê û dema hêla Covîd-19'ê de jî li girtîgehê de tê girtin. Ev jî nîşan dide ku saziyên rayedar ne li gorî hiqûqê û standartên navnetewî tevdigerin.
 
Em dixwazin demildest Aysel bê berdan û girtiyên di vî rewşê de heyî jî bên berdan. Destûr were dayin ku rêxistinên mafê mirovan û derveyî hikûmetê bikaribin problêmên xwegihandina heqê tenduristiyê ya girtî û cezaxwariyan bîni ser ziman, peywirdarên bijîşkî bikaribin bi azadî karê xwe bikin û bikaribin serdana girtîgehên bikin û wan kontrol bikin."