Zelal Bîlgîn: Parastina li dijî neheqiyan sûc û qedexe ye!

  • 09:05 21 Çile 2022
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Aktîvista TJA’yê Zelal Bîlgîn, ji girtîgehê nameyek şand û got: “Her roj herî kêm sê jin tên qetilkirin, bi sedan jin  şîdetê dibînin. Li dijî van êrîşan, aktîvistî jî qedexe ye…Mayina li jiyanê jî dibe sûc..”
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn a di 5’ê Nîsana 2021’ê de di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya komarê ya Amedê de hat girtin rûniştina biryarê di 23’yê îlonê de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dadgehê bi îdiaya endamtiya rêxistinê  9 sal ceza li Zelalê birî.
 
Parêzerên Zelalê serî li îstînafê dan û  Daîreya 2’yemîn ya Dadgeha Edlî ya Herêmî ya Amedê ev red kir û cezayê Zelalê erê kir.
Zelal ku li girtîgeha Jinan a Amedê dimîne, der barê cezayên tên birîn, polîtîkayên li hember jinan û pêvajoyê de nirxandin kir.
 
Zelalê di name şand de wiha vegot:
 
“Serdest ji bo sînorên xwe berfireh bikin, tu  tiştê ku dikare têbikoşe nahêlin û tînin rewşa kole, bênasnamebûnê. Ji ber ev ji bo wan hêsan e. Heta ku ji kokê neqetînin dizanin ku ji bo wan bi xeter in. Ev wê serdestiya wan bihejîne. Ji ber vê jî tevahî civakê bi lez û bez, bi zextan dikin bin serdestiyê. Dema vê dikin jî her çiqas argumanên wan biguherin, ev di çarçoveya paradigmaya dewletê de pêk tê. Car caran ol, hiqûq, nirxên civakî, xesasiyet, netewperestî, car caran jî şertekî bêxwîn. Tenê çek diguherin. 
 
Li Tirkiyeyê di 20 salên dawî de polîtîkayên globalkirin û newekheviyê yên bi AKP-MHP’ê re zêde bûne, li ser zayendperestî, netewperestî, olî hebûna xwe didomîne. Bi polîtîkayên yekparêz, netewperest û olî piraniya civakî jinedîtîve hatiye dîtin, jin, ciwan, gel, bawerî û çandên cuda tune hatine hesibandin. Bi îxaleyên pêşkêşî alîgiran hatin kirin re hebûnên xwe zêde kirin, xizanî hatiye zêdekirin, xizanî hatiye înkarkirin ên di qesran de dijîn dibêjin ‘krîza aborîyê tune ye’. Qiral tazî ye lê nedîtinê, nebihîstinê tercîh dikin. Zîhniyeteke ku nabîne serdest e. Daxwazên kedkar, cotkar û teqawîtan tên redkirin, li dijî karasetên xwezayê bêcidiyeta wan li her derê hatiye hîskirin. Pergala heyî ku her tiştî ast bi ast dike yek tîp, hewl didin her kesî bike bin kontrola xwe, binpê bike, tune bike, bike zindanan, bitirsîne, tehdîd bike û biçewisîne.
 
Tovên nefretê davêjin
 
Yên ku pêvajoya çarseriyê ya bi deklerasyona Newroza 2013’an hat destpêkirin, rakirin, kesên alîgirê aştiyê bûn jî kirin zindanan û hiqûq ji holê rakirin. Tolgirtin, kîn û tovên nefretê didomin. Bûyera Serêkaniyê ya du polîs li malên wan hatin qetilkirin bû destpêka bidawîkirina pêvajoyê. Tevî ku li mala polîsan rêja tiliyên tu kesî nehatin dîtin jî kurd kirin hedef. Di serî de HDP û hemû saziyên jinan bi giştî kurd hedef hatin girtin.
 
Êrîşên mafan dikin
 
Bi îdia û lîstikên wekî ‘endamên rêxistinê’  rêveberên saziyan ên alîgirê çareseriyê bûn dîl hatin girtin. Li pey hev operasyon pêk hatin û bi hezaran kes hatin binçavkirin, girtin. Beşek ji kesên hatine binçavkirin wek ‘endamên rêxistina terorê’ di manşetan de hatin serwîskirin û êrîşê mafên kes  kirin. Hatiye xwestin ku bi civakê re li dijî van kesan tirs û fikar bên afirandin û ji civakê bên derxitin.
 
Daraz di nav lêvên kesekî de ye
 
Darbeya 15’ê Tîrmehê di televîzyonan de wek diyariyek xweda hatiye venasîn û ev bi awayekî herî baş hat bikaranîn. Bi sedhezaran îxrac, binçavkirin û girtin pêk hatin. Bi  tirsê hewl dan civakê bitirsînin. Bi KHK’a û OHAL’ê daraz ket nav lêvên kesekî. Teslîmê kesekî hat kirin.
 
Ez hatim îxrackirin
 
Ez endama SES’ê bûm û di KHK’a di 6’ê Çileyê 2017’an de hat derxistin hatim îxrackirin. Piştre komele û sazî yek bi yek hatin girtin. Di 9’ê cotmeha 2018’an de bi operasyonekê em bi dehan kes hatin binçavkirin û girtin. Ez du mehan di zindanê de mam. Piştre jî operasyona qirkirina siyasî de hatim girtin. Di 5’ê Nîsana 2021’ê de operasyona  ku jin hedef girtibû de hatim girtin. Em 11 jin hatin girtin. 10 hevalên min di rûniştina ewil de bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
 
Têkoşîna min xurt bû
 
Lê tevî her tiştî seranserê têkoşîna xwe de ez zêdetir xurt bûm û hîna jî wisa ye. Îtîrazên min ên li dijî politîkayên înkar û îmhayê, polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê dibe hinceta girtina min. 5 dosya kirine yek û dixwazin min krîmînalîze bikin.
 
Tiştên qanûnî bûn sedema darizandinê
 
Ji ber min Hevberdevkiya Delegeyên Amedê kiriye wek endama rêxistinê têm dîtin û ji ber vê têm darizandin. Dîsa KJA wek sazî tê nasîn û endamê wê di heyeta Îmraliyê de cih digire. Ji ber endama KJA’yê me dibe hinceta darizandinê. Endamtiyên min ên HDK, ROSA, TJA jî dibin hinceta darizandinê.
 
Bi nav xîtab nakin
 
Daraza di bin vesayeta siyasetê de ye jî li gorî şertên demî tev digere û li gorî talîmata mêjiyên siyasî îlegal dike an jî legal dike. Di dadgeha cezaya giran ya têm darizandin  darizandinek adîl ne mijara gotinê ye û her wiha yên tên darizandin ne bi navê xwe, wek ‘welatî’ tê xîtabkirin.
 
Jinên kurd tên krîmînalîzekirin
 
Kîn, nefret û hêrsa li hember nasnameya jinê dema mijar dibin jinên kurd derdikeve asta herî jor. Mafê civakî, siyasî, aborî û jiyanê ji dest tê girtin. Mafê esas ên di bin ewlehiya peymanên navneteweyî û qanûnan de jî hedef tên girtin û polîtîkayeke dijminwarî tê meşandin. 
 
Dema mijar dibe jinên kurd tên krîmînalîzekirin.
 
Ji ber 25’ê Mijar û 8’ê Adarê têm darizandin
 
Di nava van faliyetan de; 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li ser Jinê, 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, faliyetên li dijî şîdet û qetilkirinên jinan. 
 
Ya 9 sal ceza da dadgera jin bû
 
Ji endamtiya rêxistinê 9 sal ceza dan min. Dadgerek jin ji bo 9 sal ceza ji bo ez sê caran ceza bigirim şerh danî ser dosyayê. Ya der barê me de biryargirtinê da dozgereke jin bû. Îmzeya bin biryara girtinê ya dadgerek jin bû. Ya şerh danî serh dosyayê dadgerek jin bû. Polîtîkayên bloka AKP-MHP’ê  jinan bi destê jinan dide cezakirin û darizandin.
 
Êrîş her diçin zêde dibin
 
Êrîşên li hember jinan her diçin zêde dibin. Îmhakirina jinan li xweşa feodal, dîktator û dewletan tên. Ji ber vê jî didomin. Ji paşerojê heta niha  êrîşên li hember jinan her diçin zêdetir dibin.
 
Daraz ne serbixwe ye 
 
Dema mirov kurd bin û jinên kurd bin raste rast mirov dibin potansiyela sûc û terorîst tên îlankirin. Ji bo vê jî hewce bi îspatê tune ye. Li delîlan nagere. Tenê kurdbûn têr dike. Ger li delîlan bigeriyana îro ez ne di zindanê de bûm. Daraz serbixwe û bêalîbûna…
 
Mayina li jiyanê jî sûc e
 
Her roj herî kêm sê jin tên qetiklirin, bi sedan jin  şîdetê dibînin. Li dijî van êrîşan, aktîvistî jî qedexe ye…Mayina li jiyanê jî sûc e.. Ger ne wisa bûna wê gor li jinan rewa nehatiba dîtin. Wê ji rewşa baş cezayên kujeran nehatiba daxistin. Yên me sûcdar îlan dikin, Gulîstan Doku nedîtin. Du sal di ser bûyera Gulîstanê de derbas bû lê şopa wê nehat dîtin.
 
Dijhiqûqî sînoran nas nake
 
Sekna têkoşer a Ayşe Gokkan daniye holê têrî  ‘terorîstbûnê’ hatiye dîtin. Beramberê vê 30 sal ceza ye. Yanî tişta dixwazim bêjim ev e, ji bo me wateya zindanê tune, derve jî zindan e. Em girtiyên jin sedema girtina xwe dizanin. Jinên li derve têdikoşin jî vê dizandin. 
 
Rêxistinbûn ne sûc e
 
Li dijî neheqî û dijhiqûqiyan meşandina têkoşîneke bi bandor ne tenê ji bo kurdan an jî jinên kurd, ji hemû gelên Tirkiyeyê û jinên Tirkiyeyê ferz e. Mafê jiyana bi rûmet di carekê de dikare ji destê mirovan bê girtin. Rêxistinbûn, civîn, xwepêşendan ne sûc e. Bi riyên demokratîk daxwazkirina maf ne sûc e.
 
Silav û rêz...
 
Girtîgeha Jinan a Amedê.”