Li Şehbayê meşa bi dirûşma 'Em ê berxwedana serdemê bilind bikin'

  • 17:15 20 Çile 2022
  • Rojane
 
ŞEHBA - Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan li gundê Dêr Cimêlê ya Navçeya Şêrewaya Efrînê bi dirûşma "Em ê berxwedana serdemê bilind bikin û dagirkeriyê têk bibin" meşeke girseyî hat lidarxistin. 
 
Bi boneya salvegera 4'emîn êrîşa li ser Efrînê bi hezaran welatiyên herêma Efrînê herikîn qadan. Bi dirûşmeya "Em ê berxwedana serdemê bilind bikin û  dagirkeriyê têk bibin" bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan a herêma Efrînê, meşek girseyî li gundê Dêr Cimêlê ya Navçeya Şêrewaya Efrînê hat lidarxistin. 
 
Hemû endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê beşdarê meşê bûn. Di meşê de alên Tevgera Ciwanên Şoreşgar, Kongreya Star, pekrewanên Berxwedana Serdemê, wêneyên komkujiyên Efrînê û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan di meşê de hatin hildan. Her wiha pankarta "Tolholdanê bilind bikin, Efrînê rizgar bikin" hat vekirin. Meş ji destpêka gundê Dêr Cimêlê dest pêkir û li Wargeha Vegerê veguherî mitîngê.  Hevseroka Desteya Rêveber a herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî.
 
'Berxwedana serdemê li Şehbayê berdewam dike'
 
Şîrazê di axaftina xwe de balkişand ser siyaseta dewleta tirk a û got: "Di kesayeta proje Rêveberiya Xweser de dewleta tirk a dagirker û çeteyên wî ve êrîşî Efrînê kirin û xwastin ku Efrîniyan têk bibin. Dema ku dîtin Efrîn yek ji berhemên aîtiyê a Rojhilata Navîne berê xwe dan Efrînê û êrîşên xwe bi ser me de anîn. Dewleta tirk a dagirker hêz û pêşengiya jinê qebûl nekir ji ber vê yekê êrîşî me kir. Dewleta tirk a dagirker li Efrînê guhertina demografîk pêk tîne, di xwaze Efrînê ji reseniya wê dûr bixe. Hemû binpêkirinê der mirovî li Efrîna dagirkirî di derheqê sivîlan de pêk tîninn. Her roj jin tên qetikirin, tecawizkirin û revandin li pêşiya çavê hemû dinyayê. Dewleta tirk a dagirker ji bo ku gelê kur têk bibe her roj pilanên nû çêdike. Dewleta tirk a dagirker nizane ku gelê Efrînê ên ku li pey şopa pekrewanên xwe dimeşin, nayên şikandin. Bila dewleta tirk a dagirker û çeteyên wî ve baş bizanibin, gelê Efrîn û zarokên axa pîroz Efrîn ji wan re nahêlin. Ji ber ku Berxwedana Serdemê li Şehbayê berdewam dike. Em ê her tim berxwedan û têkoşîna xwe bilind bikin."
 
'Em Efrîna xwe bernadin' 
 
Cîhan Mihemed a ku tevlî meşê bû ji ajansa me re wiha axivî: "Îro em weke jinên Efrînî ji bo salvegera êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Efrînê daketine qadan. Dewleta tirk a faşîst xwest ku gelê Efrînê ji cih û warê xwe koçber bike û Efrînî belav bibin û tune bibin. Lê dewleta tirk a dagirker nizanî ku gelê Efrînê wê li Şehbayê têkoşîn berxwedana xwe berdewam bikin. Em jinên Efrînê ji dewleta tirk re dibêjin, baş zanibe ku em tu car Efrînê bernadin. Hêza me ji dewleta tirk a dagirker û çeteyên wî ve mezintir e."
 
'Divê hesab ji dewleta tirk a dagirker bê xwestin'
 
Almaz Elî ji tevlî meşê bû û wiha bi lêv kir: "Em êrîşên deweta tirk a dagirker li ser Efrînê şermezar dikin. Beriya çar salan wekî vê rojê dewleta tirk a dagirker bi 72 balafiran êrîşên xwe li ser Efrînê dest pêkir. Ji bo me 20'ê çile rojek reş e. Divê hesab ji dewleta tirk a dagirker bê xwestin. Em Efrîna xwe bernadin, wê rojek were û em ê vegerin cih û warê xwe. Berxwedana me wê berdewam be heya rizgarkieina Efrînê ji dagirkeran."
 
Meş bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana serdemê", "Ji bo Efrînê tolhildan" û "Bimre faşîzma tirk" bi dawî bû.
 
Bi belavbûna girseyê re êrişa Arteşa Tirk dest pê kir. Topên ku hatin avêtin bi derdora 25 metreyan dûrê çalakiyê ketiye nav zeviyan û li vir teqiyaye. Li vir tenê zirarên madî çêbûye.