Meşa li Şehbayê hedef hat girtin

  • 16:57 20 Çile 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa ku li Kantona Şehbayê ya li dijî êrişên li hemberî Kantona Efrînê bihata lidarxistin bû hedefa Arteşa Tirk. 
 
Li Kantona Şehbayê bi minasebeta 4'emîn êrişên li hemberî Efrînê meşek bihata lidarxistin. Li gorî nûçeya ajansa  ANHA’ê dewleta Tirk meşa ku li gundê Dêr Cimêlê pêk hatî hedef girtiye. 
 
Her wiha li gorî nûçeyê top bi derdora 25 metreyan dûr ketiye û di nav zeviyan de teqiya û tenê zirarên madî çêbûye.